'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin' 2024-10-19 10:20:05   WAN - Xaniyê Feqiyê Teyran ê li navçeya Miksê ji ber ku bê xwedî tê hiştin, xesarê dibîne.    Mala yek ji navê herî berbiçav ê wêjeya kurdî Feqiyê Teyran lê ji dayik bûye, ji ber ku bê xwedî tê hiştin, xesarê dibîne. Mala du qatî ya Feqiyê Teyran a li gundê Verezûzê yê navçeya Mîksê ya Wanê, di warê ewlehiyê de ji aliyê şêniyên gund ve tê parastin.    Hin beşên dîwarên malê hilweşiyan e. Ji hin odeyan bêhna ritûbet ango kamê tê, pirtûk û lênûskên Teyran di fanoseke cam de hatine parastin. Lê belê, ji ber baş nayê parastin, bi demê re hin amûr zirar dîtine. Her wiha gemar û qirêjiya di ber derî û paceyên riziyayî re dikeve hundir jî zirarê dide xênî.      ‘EM SERPÊHATIYA WÎ VEDIBÊJIN'   Ji niştecihên taxê Îhsan Ortataş jî diyar kir ku her sal bi hezaran kes serdana malê dikin û got ku divê mala kesekî ku ji bo çanda û wêjeya kurdî gelekî girîng e baş bê parastin. Ortataş anî ziman ku navê berê yê gund Ertoş bûye û wiha got: “Bi salan e li vir serpêhatî û jiyana Feqiyê Teyran ji mirovan re vedibêjim. Feqiyê Teyran di gelek mijaran de zîrek bûye. Li vir mirov wî wekî dahayekî dibînin. Gava tiştek winda dibû, haya wî pê dixistin. Gava ku kesek nexweş biketa, gazî wî dikirin."    Ortataş got: “Ew mirovekî mezin bû. Ji ber ku hîn jî mirov behsa wî dikin û berhemên wî dixwînin. Li vî gundî kes destê xwe nade tiştekî ku destê wî lêketibe. Wekî gundî em tu carî sewalên xwe li ber tirba wî û mala wî bernadin. Her kes vê derê diparêze û destê xwe nade tiştekî."   ‘DIVÊ XWEDÎ LÊ BÊ DERKETIN'   Ortataş bal kişand ku divê mal û tirba wî tim bê paqijkirin û wiha got: “Feqiyê Teyran mirovekî mezin e û em qîmeteke mezin didin wî. Lazim e em li mal û medreseyên wî baş miqate bin. Divê rayedar li ser vê yekê bisekinin û her tim paqij bikin. Divê rayedarên mizgeft û medreseyan her tim bên gund û malê paqij bikin û sererast bikin. Feqiyê Teyran ji bo kurdan dahiyek e, zanyar e, bîranînên wî ji bo me girîng in. Em gundî daxwaz dikin ku rayedar mala Feqiyê Teyran baştir biparêzin û xweştir bikin."    MA / Rûken Polat - Ozlem Yacan