3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin 2024-10-19 10:26:34   MÛŞ - 3 ciwanên ku piştî kontrola nasnameyan a polîsan li Mûşê hatin desteserkirin, diyar kirin ku tundî û heqaret lê hatine kirin gef li wan hatiye xwarin û ji baroyê daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.    Ciwanên bi navê S.Y., E.U. û U.Ç ku di şeva 16’ê cotmehê de li navenda Mûşê ji kafeyekê derketin piştî kontrolkirina nasnameyan a ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Kêliyên ku dema polîsan berê ciwanan dan dîwarekî û bi gotina “Çima nasnameya xwe nadî?” qêr kirin û ciwanan jî bi gotina “Ev tişta hûn dikin sûc e sûc, min nasnameya xwe da” bersiv dan polîsan ji aliyê welatiyên derdorê ve bi telefonan hate kişandin.    Ciwanên ku piştî hatin desteserkirin birin gundekî dûrî navenda bajêr li vir tundî û heqaret li wan hate kirin û gef li wan hate xwarin. Ciwanan têkildarî tiştên bi serê wan hatin serî li Baroya Mûşê dan. Ciwanan di serlêdana xwe de diyar kirin ku ji ber îşkenceya li wan hate kirin bi ser hişê xwe ve çûne û piştî çend saetan çavên xwe li cihekî din vekirine.    TIŞTÊN BI SERÊ WÎ HATIN VEGOTIN    S.Y. yê tiştên bi serê wî hatin ji Baroya Mûşê re vegotin, anî ziman ku 4 polîsên ku nasnameya wan kontrol kirin heqaret li wan kirine û êriş kirine û got: “Piştî ku malbatên li derdorê dîmenên me kişandin, polîsan em bi kaşkirinê li wesayîtê siwar kirin. Qasî kut ê bîra min li ser Cadeya Bedlîsê li dora Mizgefta Mezin ji Taşkopruyê re derbas bûn û ketin gundê Mongok. Dema em ji gundê Mongok derketin bêyî ku em bigihin gundê Arak wesayît di navbera her du gundan de rawestand. Wesayîteke spî ku li wir disekinî hebû. Piştî ku wesayît sekinî bi heqaret û xeberan em ji wesayîtê daxistin û lûleya demancê xistin devê hevalê me yê bi navê Î.Ç. Pişt re ez dûr xistim û li erdî dirêj kirim, darbeyên fizîkî li serê min, singê min, nav ranên min û organê min ê zayendî dan.”   ‘JI MIN RE GOTIN TU LI PIŞT XWE BIZIVIRÎ EZ Ê GULEYÊ BERDIM’   S.Y. anî ziman ku 2 ji polîsan cizdan û telefona wî wergirtine û ev tişt gotin: “Şîfreya min a telefonê xwestin piştî kum in neda wan bi darê zorê poşetek kirin destê min de û bi gotina; ‘Tê de kîloyeke eroînê heye, tu şîfreyê nedî ez deynim ber deriyê mala te û îxbar bikim’ gef li min xwar. Piştî ku min şifre nedayê bi darekî hişk du caran li serê min da. Serê min zivirî, dilê min rabû. Pişt re li erdê dirêj kirin û bi perçeyê camê li ser rûyê min şidand. Pişt re pantorê min daxistin û îşkence li organê min ê zayendî kirin. Heqaret kirin. Kesên ev kirin wiha gotin; ‘ez ê mêraniya te xelas bikim, ez ê te tazî bikim wêneyên te bikişînim û li sîteyan bar bikim’. Pişt re dîsa bi darî li serê min dan. Berê min dan çiya û gotin ‘bimeşe tu li pişt xwe bizivirî ez ê guleyê berdim’. Ez meşiyam û piştî 10 deqîqeyan ji ser hişê xwe çûm, dema hişyar bûm kes tune bû. Bi wî halî min rêya 20 deqîqeyan di saet û nîvan de qedand. Ez rast e rast çûm nexweşxaneyê û rapora derbkirinê wergirt. Ez di dema rê de bi wesayîtan bi awayekî fizîkî dihatim şopandin. Dema ez ji wir şandim li cihê bûyerê gelek wesayît hebûn. Îşkence ku li me kirin nêzî du saetan berdewam kir. Dest danîn ser 135 lîre pereyê min, berçavka min a miyop şikandin û zirar dan telefona min.”   ‘EZ JI EWLEHIYA CANÊ XWE BIFIKAR IM’    S.Y. bi lêv kir ku ji ewlehiya canê xwe bi fikar e, ev tişt gotin: “Midûriyeta Polîsan a Mûşê, MÎT û TEM ji tişteke bê serê min perpirsyar in. Ji ber vê bûyera bi serê me hat em daxwaza alîkariya hiqûqî ji Baroya Mûşê û Navenda Mafên Mirovan dikin.”   ‘BI KUŞTINÊ GEF LI ME XWARIN’    E.U. yê heman bûyer bi serê wî hat jî diyar kir ku bi saetan îşkence li wan kirin û bi kuştinê gef li wan xwarin. E.U. bal kişand ser gotinên ku polîsekî ji wan re gotin û wiha bi lêv kir: “Polîsan ji me re gotin ku ‘me beriya niha nêzî 300 kesan revandin vir, gelek ji wan jî serî tewandin.” Î.Ç. yê ku luleya demanceyê xistin devî wî jî got ku îşkence, şantaj û heqaret li wan kirine.    MA / Rûken Polat