‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’ 2024-10-19 11:01:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê YNK’ê Hemîd Mendanî diyar kir ku hilbijartina sibê bê lidarxistin gelek girîng e û heke partiya wan bi ser bikeve dê dijminên kurdan ji Herêma Kurdistanê derbixin.    Hilbijartina taybet a li Herêma Kurdistanê ku hêzên asayîşê, girtiyên di girtîgehan de, kesên nexweşên nav nivînan û yên di nexweşxaneyê de tên dermankirin dengên xwe bi kar anîn, bi dawî bû. Li 165 sindoqên ku li 4 herêmên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û 7 bajarên Iraqê hatin danîn deng hatin dayîn. Tê texmînkirin ku beşdariya hilbijartina taybet ji sedî 90’î derbas kiriye.    Nivîskar Hemîd Mendanî ku li bajarê Dihokê ku wek namzetê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dê biçe hilbijartinê, hilbijartina taybet a duh hat kirin, nirxand.   BEŞDARIYA HILBIJARTINA TAYBET    Mendanî diyar kir ku beşdariya hilbijartina taybet bi ser ji sedî 90’î re pêk hatiye û li hin deveran ji sedî sed beşdarî çêbûye. Mendanî anî ziman ku di vê hilbijartina taybet de PDK’ê li dijî qan3unan tevgeriyaye û got: “Li hin deveran pirsgirêk qewimîn. PDK li dijî qanûnan tevgeriya. Gef li mirovan xwarin ku dengê xwe bidin PDK’ê. Ji kesên dengê xwe didan dihat xwestin ku wêneyên pûsûlayên xwe bikişînin. Gefan li kesên ku wêne nedigirtin dihat xwarin ku wê lêpirsînê der barê wan de bidin destpêkirin.”    ‘PDK ZEXTAN LI HILBIJÊRAN DIKE’    Mendanî da zanîn komîsyona hilbijartinê tiştên ne qanûnî dihatin kirin asteng dikir û wiha got: “Li hin cihan nehatin astengkirin. Nûnerên PDK’ê li ber deriyên komîsyonê disekinîn. Divê ku herî kêm 100 metre dûrî cihê sindoqan bihatana sekinandin. Der barê van de wê lêpirsîn bê destpêkirin. Bi gelemperî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê karê xwe baş bi rê ve bir. Hilbijartin jî baş derbas bû. Ev kesên ku beşdarî hilbijartinê bûn ji ber ku kesên meaş ji hikûmetê werdigirin bûn, beşdarî gelek zêde bû. A rast ya herî girîng hilbijartina giştî ye. Em li bendê ne sibê beşdariya hilbijartina giştî li derdora ji sedî 60-70’yî be.”   ‘HILBIJÊRÊN SEXTE JI LÎSTEYAN HATIN DERXISTIN’    Mendanî da zanîn ku hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hatiye kirin erênî ye û wiha domand: “Çimkî kesên mirî wê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin. Di hilbijartinên berê de li şûna kesên jiyana xwe ji dest dabûn jî deng hatin dayîn. Dîsa kesên ku koçber bûne jî li ser navê wan deng hatin bikaranîn. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê 400 hezar hilbijêr betal kir. Hemû hilbijêrên sexte hatin jêbirin. Dîsa kotaya 11 parlementerî ya ku ji bo kêmneteweyan hatibû dayîn jî hat rakirin. Bi sîstema nû ya hilbijartinê êdî diyar e kê li ku deng daye. Kes nikare li ser navê kesekî din dengê xwe bide. Paqijkirina lîsteyên hilbijêrên sexte dê bandoreke ji sedî sed li ser hilbijartinê bike.”    TIFAQA GELÊ KURDISTANÊ    Hemîd Mendanî destnîşan kir ku heke YNK di hilbijartinê de bi ser bikeve wê li herêmê guhertin çêbibin û wiha got: “Em bi bawer in ku wê Komîsyon karê xwe baş bi rê ve bibe. Ez li bendê me ku di vê hilbijartinê de guhertinên mezin bên kirin. Dibe ku encama hilbijartinê surprîz jî bibe. YNK wê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminên gelê kurd bisekine. Wê dijminên gelê kurd ji axa Kurdistanê bên derxistin. Wê li çar parçeyên Kurdistanê li ber bombebarankirinê û qetilkirina kurdan rabe. Ji bo tifaqa gelê kurd çi bikeve ser milê partiya me wê bike.”    MA / Omer Akin