Êrişên li dijî kolberan didomin 2024-10-19 12:05:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê di êrişa hêzên rejîma Îranê de kolberek birîndar bû.    Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî kolberan didomin. Ji bajarê Seqîzê welatiyekî kurd ê bi navê Rizgar Hesen birîndar bû. Hate diyarkirin ku Rizgar Hesenê ku birîna wî girane rakirine nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Seqîzê û li beşa lênerîna awarte tê dermankirin.   Hêjayî gotinêye ku birayekî Rizgar Hesen jî di êvara 16’ê kanûna 2023’yan de di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de li sînorê Bane bi giranî birîndar bibû.   Li gorî bîlançoya ku ajansa Kolbernewsê belavkirî, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 142 kolber li deverên sînor û rêyên navbera parêzgehên Azerbeycana rojava, Sine û Kirmanşanê de ji ber gulebarana rast e rast a hêzên rejîma Îranê, serma, teqîna mayînan û ketina ji çiya, jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Ji vê hejmarê 10 jê zarokên di bin temenê 18 salî de ne.