Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in 2024-10-19 13:55:26 STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosûn ê beriya 29 salan di bin çavan de hate windakirin pirsîn. Keça Tosûn, Besna Tosûn wiha got: “Ji bo ku em hesab bipirsin li vir in.”   Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin cara 1021’emîn li Qada Galatasarayê hatin bahev. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Gelek kes tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Fehmî Tosûn ê beriya 29 salan li ber mala xwe ya li Avcilar a Stenbolê hate revandin û di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn.    ÇÎROKA FEHMÎ TOSÛN    Yek ji Mirovên Şemiyê Sebla Arcan, destnîşan kir ku malbata Tosûn sê nifş in li dijî polîtîkayên înkar û necezakirinê têdikoşin û wiha got: “Dema 35 salî û bavê 5 zarokan bû hat windakirin. Fehmi Tosûn, li gundê Licokê ya Lîceyê dijiya. Li gundê wan zext û tundî hembû. Malbata Tosûn di bin zext û tundiyê de bedelên giran dan. Dewletê şert û mercên jiyanê li gund ji malbata Tosun re nehişt. Fehmi Tosun li gel malbata xwe û gundiyê xwe Huseyîn Aydemîr ji neçarî koçî navçeya Avcilar a Stenbolê kirin. Di 19'ê cotmeha 1995'an de li mala xwe ya navçeya Avcılara Stenbolê taştê xwar û ji malê  derket. Dema ji malê derket. Fehmi Tosun di  saetên êvarî de li gel 3 kesên sivîl û bi çek vegeriya malê. Bi texsiya Torosê ya plakeya wê 34 UD 597 hat pêş malê. Dema hevjîna xwe li ber derî dît got 'Dê min bikujin' Lê wan kesên bi çek Fehmî dîsa bi zorê xistnin maşînê û bi zorê ew dîsa birin.    HEWLDANÊN HIQÛQÎ BÊ ENCAM MAN   Piştî bûyerê hevjîna Fehmî, Hanim Tosûn çû qereqolê. Pîlaqeya teqsiya ku Fehmî revand da fermandarê qereqolê. Lê polîsên ku pîlaqe girtin, bi telefonê li radeyaran geriyan û piştre gotin 'Tiştekî em bikin tune ye' Hanim Tosun  piştre serî li Şaxa ÎHD'ê û hemû rayedaran da. Lê tu encam bi dest nexist. Rayedaran qebûl nekirin ku Fehmi Tosun binçav kirine.    Malbatê piştî serî li hemû rêyên zagonî dan û encam negirtin, doz birin DMME'yê. Doz di sala 2003'an de li DMME'yê bi encam bû. Lê dewlet û kujer nehatin darizandin û encamek erênî derneket. Desthilata AKP’ê ya ku têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yê Fehmî Tosûn berpirsyartiya dewletê qebûl kir berpirsyartiya xwe ya ku di dosyaya Fehmî Tosûn de lêpirsîneke bi bandor bide meşandin bi cih neanî. Dosyaya bi hinceta demboriyê derbarê wê de biryara neşopandinê hate dayîn hate girtin. Îtîrazên ji bo biryarên neşopandinê hatin dayîn hatin redkirin.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’    Parêzera Malbata Tosûn û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku doza Tosûn ji dozên cudatir xwedî gelek delîlên şênber e. Keskîn, anî ziman ku tevî vê yekê bûyer nehate ronîkirin û wiha got: “Me xwest ku pîleqe were lêkolînkirin lê gotin ku ev yek binpêkirina mafên şexsî ye û lêkolîn nekirin ku pîleqe aydê kê ye. Ji bo ku keça wî Besnayê weke şahid bidin guhdarkirin bi salan em pê re mijûl bûn. Ev sûc ne tenê aydê kesên revandine, faîlê heman sûcî dozger û dadger in. Divê mirov DMME’yê jî rexne bike. Biryara binpêkirinê da lê êdî weke mijareke teknîkî nêzî van dosyayan dibe. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin.”   ‘JI BO KU EM HESABÊ BIPIRSIN LI VIR IN’     Keça Fehmî Tosûn, Besna Tosûn jî diyar kir ku dema beriya 29 salan hatin vê qadê zarokên biçûk bûn û wiha got: “Em niha ji bo hesabê bipirsin li vir in. Ez dixwazim li vir Tansû Çîllerê bi bîr bînim, ji bo dayikên me gotibû ‘dê rûnin û pişt re biçin’. 29 sal in em li vir in. 100 sal jî derbas bibin em ê gotina xwe ya ku tu kujerî bidomînin. Piştî gotinên Erdogan ên têkildarî necezakirinê 3 rojan biryara beraetê ya di doza JÎTEM’ê de hate dayîn hate pejirandin. Hûn ê feraseta necezakirinê wiha ji holê rakin birêz Erdogan? Ev sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin di serdema we de tên xelatkirin.”