JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin 2024-10-19 14:44:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Nûçegihanên ji bo Maf û Geşepêdanê ragihand ku di dengdana taybet ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de li dijî rojnamevanan 19 binpêkirin hatine qeydkirin.   Duh dengdana taybet ya ji bo hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Rêxistina Nûçegihanên ji bo Maf û Geşepêdanê (JRO) têkildarî binpêkirinên di dengdanê de li dijî rojnamevanan hatin kirin daxuyaniyek weşand.   ROJNAMEVAN HATIN ASTENGKIRIN    JRO di daxuyaniyê de diyar kir ku di proseya dengdana taybet ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de bi giştî 19 binpêkirin li dijî rojnamevanan hatiye qeydkirin. Hate diyarkirin ku 15 binpêkirin li Helebceyê, 3 li Hewlêrê û yek jî li Duhokê hatine kirin. JRO’yê da zanîn ku li Akrê, Soran, Koye û Helebceyê di şopandina dengdanê de rêgiriyek tund li çapemeniyê hate kirin.   DESTNÎŞANKIRINA ÇAPEMENİYA AZAD    Sefîra Amerîkayê ya Iraqê Alîna Romanowskî jî têkildarî hilbijartinan daxuyaniyeke nivîskî da. Romanowskî bang li hêzên ewlehiyê û partiyên siyasî kir û diyar kir ku divê ji rojnamevan û aktîvîstên sivîl ên civakî re rêz bê girtin û girîngiya azadiya çapemeniyê ya ji bo pêkhatina hilbijartinên demokratîk destnîşan kir.