Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me 2024-10-19 14:57:53     RIHA - DEM Partiyê serdana Fadil Şenyaşar ê ku piştî 6 sal û 4 mehan ji hepsê hat berdan, kir.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14’ê hezîrana 2018’an xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên Şenyaşar kiribûn û bav û du kurên wî qetil kiribûn. Ferdê malbatê Fadil Şenyaşar jî di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de hatibû girtin. Fadil Şenyaşar di danişîna dozê ya duh de hat lidarxistin, bi şertê hepsa malê ji girtîgehê hat berdan.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran jî di nav de şandeyek DEM Partiyê çû serdana malbata Şenyaşar û bi xêrhatina Fadil Şenyaşar kirin.    TÊKOŞÎNA EDALETÊ    Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di serdanê de axivî û destnîşan kir ku daxwaza wan edaletê bi temamî pêk nehatiye û heta ku edalet bi temamî pêk were wê têkoşîna wan bidome. Şenyaşar da zanîn ku encama xwedîderketina gel de birayê wî hat berdan û spasiya kesên piştevanî dane têkoşîna wan kir.    Parlamenter Omer Ocalan jî axivî û diyar kir ku têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar ji her kesên edaletê dixwazin re bûye hêvî û got ku çalakiya Emîne Şenyaşar a ji bo edaletê çirûska ewilî ye.    SPASIYA JI BO GEL    Emîne Şenyaşar jî spasiya kesên hatine serdana wan kir û got ku ew bi piştgiriya gel gihîştiye lawê xwe.    Fadil Şenyaşar jî behsa tiştên li girtîgehê hatine serê wî kir û got ku ew bi piştevaniya gel îro li derve ye û niha li cem malbata xwe ye.