Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin 2024-10-19 14:59:20   STENBOL - Di lêpirsîna têkildarî “Çeteya Yenîdogan” ku ji kuştina herî kêm 10 pitikan berpirsyar tê girtin de ruxseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin.    Lêpirsîna “Çeteya Yenîdogan” ku bi mirovên li Navenda Banga Lezgîn a 112’an a Stenbolê dixebitin re hevpar tevgeriya û pitikên nexweşên lezgîn sewqî unîteyên zarokên nû ji dayik dibin ên nexweşxaneyên taybet kir ku berê li hev kiribûn û bû sedema mirina wan, dewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de ruxseta Nexweşxaneya Reyap a Taybet ku navçeya Çorlû ya Tekîrdagê ye hate betalkirin. Bi vî awayî hejmara nexweşxaneyên taybet ku ruxsetên wan hatin betalkirin bû 9.   Nexweşxaneyên ku ruxsetên wan hatine betalkirin wiha ne: “Nexweşxaneya Hospîtal a Avcilar a Taybet, Nexweşxaneya Hospîtalîst a TRG a Taybet, Nexweşxaneya Bîrîncî ya Taybet, Nexweşxaneya Guney a Taybet, Nexweşxaneya Medîlife a Bagcilarê ya Taybet, Nexweşxaneya Medîlife a Beylîkduzuyê ya Taybet, Nexweşxaneya Stenbolê ya Reyap a Taybet, Nexweşxaneya Şafak a Taybet a Bagcilarê û Nexweşxaneya Kolan a Sîlîvrî ya Taybet.