Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir 2024-10-19 15:06:50   STENBOL - Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir û parêzeran dirûşmên ji bo heq, hiqûq û edaletê berz kirin.    Baroya Stenbolê kongreya xwe ya 53’yemîn li Navenda Kongreyê ya Halîçê li dar dixe. Kongre îro û sibê wê bidome. Wê îro axaftin bên kirin û sibê jî rêveberiya nû bê bijartin. 62 hezar û 72 endamên Baroya Stenbolê hene û ji bo serokatiya baroyê 11 namzet hene û ketine pêşbaziyê.    BELAVOKÊN TECRÎDÊ    Rêxistinên hiqûqê li ber Navenda Kongreyê stantan vekirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku piştevaniya Grûba Parêzerên Ji bo Guhertinê dike, belavokên ku qala tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike danî ser standa xwe. Her wiha wêneyên Tahîr Elçî, Faîk Bûcak, Şevket Epozdemîr, Medet Serhat û Vedat Aydin li ber standa OHD’ê hatin daliqandin.    HEQ Û HIQÛQ    Kongreyê bi danasîna namzetan dest pê kir. Parêzerên welatparêz û alîgirên heq û hiqûqê bênavber dirûşma “Heq hiqûq edalet” berz kirin.    Piştre rapora faliyetê ya baroyê hat xwendin. Kongre bi axaftina namzetan didome.