Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin 2024-10-19 15:23:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de hat lidarxistin hat xwestin ku girtiyên nexweş Hatîce Onaran, Nedîm Yilmaz û Fatma Tokmak bên berdan.    Çalakiyên ji bo balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş vê hefteyê jî li Stenbol, Enqere û Îzmîrê berdewam kirin.    ÎZMÎR    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji du hefteyan carek çalakiya ji bo girtiyên nexweş li dar dixe di hefteya 298’emîn de li navçeya Konakê berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Onaran (60) a endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye.    Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî da û diyar kir ku Hatîce Onaran ji bo piştgirî daye girtiyên nexweş hatiye girtin û destnîşan kir ku girtina Onaran a di nava şert û mercên nexweş de nayê qebûlkirin û xwest tavilê bê berdan.    ENQERE    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê di hefteya 528’emîn de kom bû û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Nedîm Yilmaz ê 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin. Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser nexweşiyên li Yilmaz peyda bûne û xwest tavilê were berdan. Çevîrmen anî ziman ku ne pêkan e ku tedawiya Yilmaz li girtîgehê bê kirin û got divê ku Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê biryara berdana Yilmaz bide.    STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 656’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Di çalakiya li ber avahiya komeleyê de hat lidarxistin, gelek kes tev li bûn û wêne û pankart hatin vekirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ve hat xwendin û bang li rayedaran kir ku rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak li ber çavan bigirin û biryara berdana wê bidin. Keskîn got ku her diçe rewşa Tokmak girantir dibe û xwest mafê jiyanê yê Tokmak were parastin û tavilê bê berdan.