Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin 2024-10-19 16:56:44   WAN - Cenazeyê Adem Goz ê di şerekî di sala 2021’an de li Dêrsimê derketî de jiyana xwe ji dest dabû û li goristana bêkesan hatibû veşartin, piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê Goz duh bişev hate veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Adem Goz (Çiyager) ê di sala 2021’an de di şerekî li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê leşkeran ve li goristana bêkesan a Meletiyê hatibû veşartin. Demekê malbat qet nehate agahdarkirin. Beriya 5 rojan leşker li malbatê geriyan û gotin zarokê wan jiyana xwe ji dest daye. Malbata ku çû Meletiyê ji wêneyî cenazeyê zarokên xwe teşhîs kirin. Piştî ku cenaze duh radestî malbatê hate kirin, malbatê cenazeyê lawê xwe li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hate veşartin.    Li mala malbata Adem Goz şîn hate dayîn. MEBYA-DER, TUHAY-DER’a Wanê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê, TJA û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî serdana şînê kirin.