Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da 2024-10-19 17:04:40   COLEMÊRG - Girtî Serhat Temîzer roja ku der barê wî de biryara berdanê hat dayîn li girtîgehê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.    Serhat Temîzer di 6’ê mijdara 2017’an de hat binçavkirin û piştre hat girtin. Di 7’ê mijdara 2019’an de hat tehliyekirin. Temîzer 6’ê adara 2021’an dîsa hat girtin.    BIRYARA CEZA Û TEHLIYEYÊ    Temîzer ê bi îdiaya “xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” hat girtin duh danişîna wî ya biryarê hat lidarxistin. Temîzer ê 22 salî ku nexweşiya epîlepsî lê peyda bûye hat birîn, duh ji bo danişînê ji Girtîgeha Jimara 2’yan a Dumlu ya Erziromê anîn Colemêrgê. Li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê di çarçoveya “zarokên xistine nav sûc” bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 4 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn. Der barê Temîzer de bi hinceta “demek dirêj di girtîgehê de maye” biryara tehliyeya wî hat dayîn.    ÎDIAYA KU REWŞA WÎ GIRAN BÛYE    Temîzer ji bo karûbarên tehliyeyê carek ji bo bibin Erziromê derxistin rê. Bi hinceta ku bûye şev, Temîzer li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ragirtin. Lê belê hat îdiakirin ku Temîzer demek şûn ve rewşa wî giran bûye û wî rakirine nexweşxaneyê. Piştî demek kin ji malbatê re hat ragihandin ku Temîzer jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Teemîzer ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Wanê. Hat zanîn ku cenazeyê Temîzer wê piştî otopsiye li Colemêrgê bê veşartin.