Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin 2024-10-19 18:48:24   ŞIRNEX - Siyasetmedara kurd Sebahat Tûnncel ku di bernameya danasîna pirtûkê de axivî bi lêv kir ku li ser Rêberê PKK'ê tecrideke giran heye û wiha got: "Tevî qedexeyan jî gelê kurd li Amedê peyameke tund da. Divê ew peyam baş bê xwendin. Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Birêz Abdullah Ocalan de dibîne."   Pirtûka "Komxebata di Girtiyê de Jinbûn" a ku di encama atolyeya ku di 11'ê Hezîrana 2022'an de li Stenbolê hat lidarxistin û xebateke kolektîf a li ser vegotina girtiyên jin hat amadekirin, Navenda Ziman, Çand û Hûnerê ya Eyşe Şan a di bin baneya Şeredariya Silopiyayê de xebatan dimeşînê hat danasîn.  Siyasetmedarên Kurd Sebahat Tuncel, Çagla Demîrel, Gulseren Yildirim, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan û (DEM Parti) yên Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Newroz Uysal Aslan, Hevşaredarên Silopiyayê, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên navçe û navendê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Parti beşdarî danasîna pirtûkê bûn.    Sebahat Tûncel, Çagla Demîrel, Gulseren Yildirim û parlementerên bajêr li ber Navenda Çandê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve bi gulan û çepikan hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.   Danasîna pirtûkê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.  Piştre bi moderatoriya Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan, Gulseren Yildirim, Sebahat Tuncel û Çagla Demîrel li ser girîngiya pirtûkê, bîranînên xwe yên li girtîgehê û têkoşînê gotobêjek li darxistin.   JI OCALAN RE SLAV ŞANDIN   Di destpêke de Gulseren Yıldırım axivî û bal kişand ser zext û tecrîda li ser girtîgehan û wiha axivî: "Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîda giran tê meşandin. Her wiha ev tecrîd li ser hemû kesî tê meşandin. Em ji vir silavên xwe ji Birêz Abdullah Ocalan re dişînin." Piştî axaftinan dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" ji salonê bilind bûn. Yildirim, diyar kir ku li girtîgehan têkoşîneke mezin tê meşandin û axaftina xwe bi vegotina serpêhatiyên xwe yên girtîgehê berdewam kir.    Piştre Çagla Demîrel axivî. Demîrel, da zanîn ku pirtûka "Komxebata Jinbûnê ya li Girtîgehê" bi nîqaş û pêşniyarên di komxebata li Stenbolê hat lidarxistin de hatiye çêkirin û got ku pirtûk li ser têkoşîn û zextên li girtîgehan hatiye berhevkirin.  Demîrel, anî ziman ku hem li girtîgehê hem jî li derve polîtîkayeke giran a tecrîdê tê meşandin û ev tişt got:" "Bi tecrîdê re hewl didin Birêz Abdullah Ocalan ji civakê bidin bîr kirin. Lê belê gelê Kurd û yên paradîgmaya Birêz Ocalan bawer dikin pirtûkên wî dixwînin û têkoşîna xwe bi awayekî xurt dimeşînin. Her wiha gelek girtîgehên nû hatinê çêkirin. Armcana van girtîgehan ew ê ku girtiyan tenê bihelin. Li dijî vê yekê divê em hemû ji girtîgehan re nameyan bişînin û bi wan re nava piştgiriyê de bin."   'GELÊ KURD TÊKOŞÎNA XWE DIDOMÎNE'   Sebahat Tûncelê jî anî ziman ku polîtîkayên çewisandinê  bi ser neketin û gelê kurd tevî hemû zextan têkoşîna xwe didomîne. Tûncel destnîşanî astengkirina çalakiya Dayikên Aştiyê ya ji bo aştiyê li bajaroka Tilqebînê ya Silopiyayê pêk hatî bû kir û ev tişt anî ziman: "Daxwaza dayikan aştiyeke bi rûmet bû. Gotin 'em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn' Lê belê dewletê bi binçavkirin û îşkenceyê bersiv da. Lê dayikan li dijî vê yekê dev jî daxwaza xwe berneda. Divê dewlet jî edî fêm bike û mafê gelê kurd bide. Jixwe em ji mafê xwe wêdetir tişteke din naxwazin."   'JI BO PÊVAJOYEKE NÛ DIVÊ GAVEN ŞENBER BÊN AVETIN'   Tûncelê bi lêv kir ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li li Girava Îmraliyê polîtîkaya tecrîda tê meşandin û hiqûqa taybet a ku dewlet li Îmraliyê pêk tîne, li hemû girtîgehê û civakê belav bû ye. Tûncelê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Divê hemû saziyên demokratîk, partiyên siyasî û tevgerên sosyalîst li dijî tecrîdê derkevin. Heke hûn li cihekî li hemberî bêhiqûqiyê bêdeng bimînin bêhiqûqî wê li hemû qadan belav bibe. Ji ber vê yekê tecrîd pirsgirêka hemû kesan e. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike tê wateya tecrîda li ser aştî, demokrasî û azadiyê. Ev polîtîkaya tecrîdê ye. Sedema krîzên aborî û civakî jî polîtikayên tecrîde ne. Gotûbêja pêvajoya nû îro tê kirin. Lê tu gavek nehatiyê avetin. Kurd di van sed salên dawî de bûne xwedî gelek serpêhatiyan. Heke bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav bê avêtin, em dixwazin bi awayekî şenber bibînin. Geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiyê ferz dikin. Em aştiyê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Di 13’ê Cotmehê de tevî biryara qedexekirinê jî gel ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd peyamek tund da. Divê ev daxwaz ji aliyê her kesî ve bi zelalî were dîtin. Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Birêz Abdullah Ocalan de dibîne."   Piştî axaftinan bername bi îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.