Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo' 2024-10-19 19:54:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Strana "Bilbilo" ku Dengbêj Hediye Kalkanê ew ji nû ve şîrove kir, li platformên dîjîtal hat belavkirin.   Strana "Bilbilo"  ku gotin û muzîka wê ya Aram Tîgran e, Hediye Kalkanê ew li ser dikê pêşkêşî guhdaran kir, ji aliyê KOM Muzîkê ve li ser platformên dijîtal parve kir.   Qeyda strana “BILBILO” niha bi xwedîtiya KOM Muzîkê ve li ser hemû platformên dîjîtal hatiye weşandin! Di vê qeydê de strana BILBILO bi orkestraya ji Mîroyê Qanat (Dûdûk), Kemal Yildirim (Piyano), Cîhan Aslan (Bilûr), Engîn Cengîz (Tembûr) û Berat Baba (Perkusyon) pêk hatî ve û bi solîstiya Hediye Kalkanê ve hatiye pêşkêşkirin.   HEDIYE KALKAN KÎ YE?   Hediye Kalkan di sala 1989an de li gundê Huskê yê Qerecdaxê, li Wêranşara Rihayê ji dayik bûye û niha jî li Wêranşarê dijî. Hediye Kalkan her wiha bi enstrûmanên ku lê dide jî berhemên xwe pêşkêşî guhdaran dike û xebatên xwe yên muzîkê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) de didomîne.