Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin 2024-10-20 09:02:28 EDENE - Derheqê Serokê Komeleya Agiriyiyan a Edeneyê Şahîn Sari de bi hinceta bîkîniyê ala tirkan li ser parve kiriye, bi îdiaya “Elametên serdestiyê yên dewletê biçûk xistiye” lêpirsîn hate vekirin.  Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi îdiaya ku li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bîkîniyê ala tirkan li ser e parve kiriye, derheqê Serokê Komeleya Agiriyiyan a Edeneyê Şahîn Sari de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Sari bi îdiaya “Elametên serdestiyê yên dewletê biçûk xistiye” hate sûcdarkirin. Sari, di 15’ê cotmehê de çû Amirtiya Buroya Ewlehiya Cemaweriyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê û îfade da.    Sari, da zanîn ku hesaba “Facebookê” ya parvekirin ser hatiye kirin a wî ye, şîfreya wî nayê bîra wî û parvekirineke wiha nekiriye.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen