Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî 2024-10-20 09:02:51 EDENE - Girtiyên li girtîgehên Edeneyê diyar kirin ku bi salan e ji ber lêgerîna li hundirê dev û muayeneyên kelemçekirî mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.  Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kampusa Girtîgeha Kurkçulerê û Girtîgeha Kampusa Sûlûca ya Edeneyê bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû ne. Binpêkirinên ku herî zêde li girtiyan tên kirin, muayeneyên bi kelepçe û lêgerîna devkî ye.   Pêkanîna navborî, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye ku Tirkiye aliyekî wê ye.    Lê girtî ji ber van her du ferzkirinan gelek caran dermankirinê red dikin. Nerazîbûnên girtiyan ên li hemberî vê rewşê bi hinceta "Pêkanîn li gorî mewzûatê ye" tên redkirin.   'TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ'   Girtiyên ku der barê binpêkirinên ku hatine kirin de agahî dan malbatên xwe, diyar kirin ku ji sala 2019'an û vir ve ji ber ferzkirina lêgerîna li hundirê dev qebûl nakin nikarin bigihên mafên xwe yên tenduristiyê. Girtiyan diyar kirin ku rewşa hevalên wan ên nexweş roj bi roj xerabtir dibe û li hemberî pêkanînên ku wekî yên "kêfî û derqanûnî" binav dikin, banga hestiyariyê kirin.   Girtiyan destnîşan kirin ku ew bi kesên ku ji ber DAIŞ û FETO'yê hatine binçavkirin re di heman korîdorê de tên girtin û hin kes di hucreyên yekkesî de tên girtin û xebatên werzîşê jî hatine astengkirin. Girtiyan got: "Em di nava tecrîda li ser tecrîdê de dijîn." Girtiyan ragihand ku ji ber şert û mercên nebaş bi şewba guriyê re rû bi rû ne.    Midûriyeta girtîgehê ya ku me telefonî wê kir, têkildarî mijarê agahî neda.   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen