Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e 2024-10-20 09:12:58 STENBOL- Jinan anî ziman ku di demeke wiha de ku kuştina jinan zêde bûye xwe ewle hîs nakin û bal kişandin ser xweparastinê û ev peyam dan: "Ancax jin dikarin cîhanê biguherînin."  Tundiya li jinan û kuştina wan roj bi roj zêde dibin. Li gorî rapora Jinnewsê ku belav kiriye, di meha Îlonê de 30 jin hatine qetilkirin û 15 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di 4’ê Cotmehê de li Stenbolê jinên ciwan ên bi navê Îkbal Uzuner û Ayşenur Halîl ji aliyê mêrê bi navê Semîh Çelîk ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Piştî ku cenazeyê Narîn Guran hat windakirina bi 19 roj şûnde li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê hat dîtin, cenazeyê Rojîn Kabaîşê piştî windabûnê bi 18 rojan li Wanê hat dîtin.   Li Stenbolê ku herî zêde komkujî lê tên kirin jinan bertekên nîşanî tundiya li jinan û kuştina wan dan.     ‘XWE BIEWLE HÎS NAKIM'   Aşpêj Îlknur Çinarê diyar kir ku li Tirkiyeyê her tim kuştina jinan hebûye û di van şert û mercên heyî de jî wê bidome û got: “Ez xwe ewle hîs nakim. Ez bawer nakim ku em bi tu awayî tên parastin. Ne hewce ye ku ez bi lez û bez li kolanê bimeşim û bitirsim. Li ser jinan neheqiyeke mezin tê kirin, em dixwazin pêşî li ber vê bê girtin."    POLÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Mamosteyê teqawît Kamûran Ozturk anî ziman ku li welat jin, zarok û sewal ne ewle ne û diyar kir ku ev rewş ji ber polîtîkayên bêcezakirinê rû dide.    Îlknur Kotanê bilêv kir ku divê li dijî tundiya li ser jinê çareserî bê pêşxistin û sererastkirineke qanûnî bê çêkirin û got: “Bi rastî em nikarin di rê de bimeşin. Wisa dixuye ku em êdî nikarin ji malê jî derkevin. Ez difikirim ku divê niha tiştek were kirin. Her roj em bi nûçeyên kuştina jinan û tundiya li ser jinan şiyar dibin. Bêyî jinan tu tişt nabe. Ez ji tundiya li ser jin, sewal û zarokan re dibêjim na."   Lêkolîner Derya Kocayê diyar kir ku li Tirkiyeyê tu kes xwe ewle hîs nake û got ku em di serdemeke wiha de ne ku têkiliyên dewletê û sûcdaran bi hev re hene. Kocayê diyar kir ku ev sûc ne ferdî ne û got: “Ev sûc bi temamî organîzeyî ne, ji aliyê dewletê ve tên destekkirin û ji aliyê darazê ve tên teşwîqkirin. Ji ber vê yekê ez nafikirim ku tenê cezakirina sûcdaran bibe çareya vê pirsgirêkê. Li vir pirsgirêkeke sîstematîk heye. Jin, ciwan, bi taybetî jî jinên ciwan di vê heyamê de xwedî hêrseke mezin in. Em neçarin pêşerojeke nû ava bikin û vê rejîmê biguherînin."   ‘EM PEYMANA STENBOLÊ DIXWAZIN'   Nilgûn Uyanikê jî da zanîn ku qanûna kuştina heywanan cesaretê li kiryaran bar kiriye û wiha got: “Em Peymana Stenbolê dixwazin. Ên biguheriînin wê jin bin."   Goksu Gokoglûyê bi bîr xist ku di nava hefteyekê de 11 jin hatine qetilkirin ü anî ziman ku tundiya li ser jinê yek ji pirsgirêka herî girîng a li welêt e. Gokoglûyê anî ziman ku ev rewş pirsgirêkeke gerdûnî ye û Tirkiye di tundiya li ser jinê de di rêza yekemîn de ye.  GOkoglûyê bal kişand ser xweparastinê û got: "Ancax jin dikarin cîhanê biguherînin."    MA / Yeşîm Tukel - Melîk Çelîk