Jin: Têkoşîneke hevpar divê 2024-10-20 09:40:15 DÎLOK - Jinên Egîtîm-Senî destnîşan kir ku çavkaniya kuştina jinan û tundiya li wan tê kirin polîtîkayên desthilatê ne û gotin: "Divê em bibin yek û bi hev re têkoşînê bimeşînin."  Kuştina jinan, mirinên biguman, tundî û sûcên li dijî zarokan roj bi roj zêde dibin. Piştî qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya li Amedê, Îkbal Ûzûner û Ayşenûr Halîl jî li Stenbolê hatin qetilkirin. Li Wanê cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê hat dîtin û derket holê ku koma bi navê "Çeteyên Yenîdogan" bûne sedema mirina pitikan.   POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Ji rêveberên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Dîlokê Elîf Soyleyîciyê diyar kir ku polîtîkayên bêcezakirinê ji bo zêdekirina komkujî û îstîsmarê bandorker in. Soyleyîciyê diyar kir ku tiştên qewimîne wekî nêzîkatiyên takekesî nayên hesibandin û ev encamên pergalê ne. Soyleyîciyê bal kişand ser pêkanînên ku jinan hepsî malê dikin û ji qadên giştî derdixin û got: "Mirinên jinan di warê hejmarî de bûye mijara gotinê. Di rojekê de kuştina 3 jinan êdî bûye tiştekî normal. Ji lew re parastina mafên jinan, ji bo desthilata xwe wekî tehdîdekê dibînin. Ji bo dîzaynkirina civakê di ser jinan re polîtîkayê dimeşînin."   'CÎNAYETÊN JINAN POLÎTÎK IN'   Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Dîlokê Gulfîdan Ozpolatê jî diyar kir ku di 10 rojên dawî de kuştina 26 jinan hatiye qeydkirin û got: "Dirûşmeya ku herî zêde em berz dikin ev e ku qirkirina jinan polîtîk e. Ji ber ku bi polîtîkayên mêrî û bêcezakirinê qirkirina jinê li ser me tê ferzkirin. Em dibêjin qirkirina jinê polîtîk e."   Ozpolatê diyar kir ku jin bi şev li kolanan nerihet in û ditirsin ji ber van bûyeran. Ozpolatê destnîşan kir ku li dijî tirsa ku tê xwestin bê afirandin ew ê li qadan bin û got ku divê têkoşîna jinan li ser zemîneke hevpar, yekgirtî bê meşandin. Ozpolatê da xuyakirin ku di van demên dawî de hewl tê dayîn ku axaftina jinê bê krîmînalîzekirin û got: "Divê em vê têkoşînê mil bi mil bidin meşandin û ji bîr nekin ku têkoşîna jinê gerdûnî ye û têkoşîna jinên kurd têkoşîneke bi rûmet e. Divê em bi hev re helwesta xwe ya xurt nîşan bidin, bêyî ku tu carî ji vê armancê dûr bikevin."   Sekretera Şaxa Egîtîm Senê Muzeyyen Yilmazê jî got: "Tu kes ji me ne ewle ye." Yilmazê anî ziman ku komkujiyên kiryaran bi "rewşa derûnî" tên rewakirin û got: "Lê belê em dizanin ku ev yek ji ber polîtîkayên bêcezakirinê ye. Cinayetên jinan wiha tesadufî çênabin. Lewma cinayetên jinan polîtîk in. Em jin li vir in, naçin tu cihî jî. Em ne dest ji kuçeyan berdidin ne jî qadan."    MA / Ceylan Şahînlî