Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê 2024-10-20 09:41:21 ŞIRNEX - Dayikên bi mebesta rawestandina şer û bi daxwaza aştiyê li bajarokê Tilqebînê çalakî li dar xistin diyar kirin ku ew ê ji bo aştiyê heta dawiyê têbikoşin û wiha gotin: “Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê.”  Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di 15’ê cotmehê de li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Li dijî şer em aşitiyê dixwazin” ji bo sê rojan çalakî dan destpêkirin. Dayikên aştiyê yên ji bajarên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê jî tev li çalakiya bûn û xwestin li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Tilqebînê daxuyaniyê bidin. Dema dayikan dixwest daxuyaniyê bidin, rastî êrişa polîs û cendirmeyan hatin. Di êrişê de dayikên aştiyê, rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 22 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Lê tevî binçavkirinan jî dayikan dev jî çalakiya xwe bernedan û piştî 3 rojan bi daxuyaniyeke çalakiya xwe bi dawî kirin.    Dayikên Aştiyê yên Silopiyayê ku tevî binçavkirin û êrişan dev ji çalakiya xwe bernedan, bi lêv kirin ku ji bo aştiyê çi ji destê wan bê dê bikin û bang li hemû kesî kirin ku deng bidin dengê aştiyê.    'DEV JI DAXWAZA AŞTIYÊ BERNADIN'   Yek ji Dayikên Aştiyê Dexîle Atmiş ku di çalakiya de hatibû derbkirin û binçavkirin, diyar kir ku ji bo şer bi dawî bibe xwestine konê aştiyê vegirin û li hemberî vê yekê rastî êrîşeke dijwar hatine. Atmiş, da zanîn ku di dema êrişê de ew li erdê hatiye kaşkirin û bi vî awayî hatiye binçavkirin. Atmiş, wiha domand: “Dema ku me xwest daxuyaniyeke çapemeniyê bidin, rastî êrişa gelekî tund hatin. Gaza îsotê bi kar anîn. Her der dûman bû. Ez û hevjînê xwe hatin binçavkirin. Heqerat li me kirin. Lê belê tevî vê binçavkirinê jî dayikan dev ji çalakiya xwe bernedan. Ji niha û pê ve jî ji bo aştiyê çi ji destê me were em ê bikin û dev ji daxwaza aştiyê bernadin. Bila gelê me jî ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike.”   'HETA DERIYÊ ÎMRALIYÊ VÊNEBE AŞTÎ PÊK NAYÊ'   Ji Dayikên Aştiyê Melîha Atak jî bi lêv kir ku li gel hemû binçavkirinan jî dest ji çalakiya xwe ya 3 rojan bernedan û ev tişt anî ziman: “Li Rojava, Başûr û vir şer heye. Ji ber vê yekê me xwest li bajarokeke wek Tilqebînê ku li her du aliyên wê sînorên hene, em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. Daxwaza me aştî bû. Di çalakiyê de gelek dayik hatin binçavkirin. Lê belê me çalakiya xwe berdewam kir. Daxwaza me ew e ku şerê li Xezeyê û her derê cîhanê bi dawî bibe. Ji bo şerê li ser vê axê bi dawî bibe jî pêwîste tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Her wiha em dibêjin heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin, aştî pêk nayê."   'LI DIJÎ ŞER DESTÊ HEV BIGRIN'   Têkildarî mijarê yek ji Dayikên Aştiyê Kumru Babat ku 3 rojan li bajarokê Tilqebînê nobet girt jî destnîşan kir ku wan bi beşdariya bi sedan dayikên Kurdistan û Tirkiyeyê hatinê û banga aştiyê kirinê û wiha got: “Lê daxwaza me ya aştiyê rastî êrişeke tund hat. Lê nekarîn bi dayikan gavê paşve bidin avêtin. Em dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Daxwaza me ew e ku em hemû bi hev re di nava wekheviyê de bijîn. Em dixwazin şer û zilm bi dawî bibe. Em dixwazin ku her kesê ku dibêje em mirov in dengê aştiyê bilind bikin. Pêwîste her kes li dijî şer derkeve. Bes bila dayik negrin bila ev şer bi dawî bibe. Li dijî şer bila hemû dayik destê hev bigrin û şer re bêjin edî bes e."   'JI LAÇIKA ME YA SPÎ TIRSIYAN'   Ji Dayikên Aştiyê Medîha Akay jî anî ziman ku ew naxwazin xwîn birijê û daxwaza wan ew ê ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û aştî pêk were. Akay, ev tişt anî ziman: "Ji ber vê yekê me xwest li bajarokê Tilqebînê konê aştiyê vegirin. Tevî binçavkirin û êrişan me çalakiya xwe ya 3 rojan dewam kir. Bi muameleya gelekî xerab re rû bi rû hatin. Gelek hevalên me hatin binçavkirin. Leşkeran li ber daşirê nobed digirtin û nedihiştin dayik biçin. Anku ew ne bi mirovane û exlaqî bû. Tu çek di destê me de tunebûn me daxwaza aştiyê dikir. Ji laçika me ya spî tirsiyan. Daxwaza me ew ê ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Em dibêjin êdî bes e. Bila tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk were."   MA / Mahmût Altintaş