Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane 2024-10-20 10:34:43   RIHA -  Malbata Şenyaşar bi tehliyebûna Fadil Şenyaşar re dê piştî 6 sal û 4 mehan şîna Haci Esvet, Celal û Adil Şenyaşar dane ku ji hêla xizm û parastvanên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î ve hatibûn qetilkirin.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de êrişî dikarana malbata Şenyaşar a li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kirin. Piştre jî li nexweşxaneyê êrişî birîndarên rakirin nexweşxaneyê kirin û di êrişê de bav Haci Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar hatin qetilkirin. Fadil Şenyaşar di êrişê de bi birîndarî xelas bû û 3 roj piştre dema hêj birînên wî pêçayî birin dozgeriyê û li wir hîn bû ku bav û birayên wî hatine kuştin. Fadil Şenyaşar hate girtin û birin Girtîgeha Hejmar 1 a tîpa T a Rihayê. Piştre jî sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin. Nêzî 6 salan li vir di hucreya yekkesî de hate girtin û herî dawî sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Amedê hate kirin. emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di êrişê de bi birîndarî xelas bûbû, bi daxwaza ku biryara “nepeniyê” ya li ser dosyaya nexweşxaneyê ku 4 sal û 4 mehan domiya û berdana Fadil Şenyaşar, di 9’ê adara 2021’ê de de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta ku bi du kesan dest pê kir, di demekî kin de mezin bû. Tevî şert û mercên nebaş ên hewayî û pirsgirêkên tenduristiyê jî malbatê çalakiya xwe domand. Di danişîna dozê ya 18’ê cotmehê de ku li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat lidarxistin, daxwaza malbatê pêk hat û Fadil Şenyaşar tehliye bû.    Bi ser bûyerê re 6 sal û 4 meh derbas bûn û di vê demê de malbata Şenyaşar şîna xwe ne danî. Bi berdana Fadil Şenyaşar re malbatê biryar da ku di 24’ê cotmehê roja pêncşemê de şîna xwe dane. Tê payîn ku siyasetmedarên DEM Partiyê û bi sedan kes biçin serdana şînê. Emîne Şenyaşar ku di êrişê de hevjîn û du kurên xwe winda kir û Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, têkildarî têkoşîna xwe ya 6 sal û 4 mehan ji Ajasana Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    'BILA HER KES HEQÊ XWE HELAL BIKE’   Emîne Şenyaşar, diyar kir ku tevî hemû astengkirinan jî çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê domandin û di vê pêvajoyê de bi tenê nehatin hiştin. Şenyaşar, anî ziman ku kurê wê Fadil Şenyaşar îro bi saya piştevaniyê hatiye berdan û wiha domand: “Dayikên Aştiyê em bi tenê nehiştin. Her tim li cem me bûn. Di serma û germê de her tim li cem me bûn. Bila her kes heqê xwe helal bike. Xwedî ji tevan jî razî be. Di berdana kurê min de kedeke mezin a parêzeran jî heye. Nizanim em ê heqê wan çawa bidin. Keda wan nayê jibîrkirin. Li gel me pir westiyan.”    'ME JI BO HER KESÎ EDALET XWEST’   Dayik Şenyaşar got ku mîna wan gelek malbatên din jî rastî neheqiyê hatine û wiha pê de çû: “Bila kesek li dijî neheqiya lê tê kirin bêdeng nemîne. Bila her kes daxwaza mafê xwe bike û ji bo vê têbikoşe. Tiştên bi serê me hatin bila bi serê kesekî neyên. Me gelek zehmetî kişandin. Hikûmetê gelek neheqî li me kir. Gelek caran em derb kirin.”   Şenyaşar, bi bîr xist ku di têkoşîna edaletê de gelek caran ji ber gotinên wê bi îdiaya “heqaretê” 35 lêpirsînên cuda derheqê wê de hatine vekirin û ev tişt anî ziman: “Gelek ji wan veguherîn dozan. Lê van em ji têkoşîna me negerandin. Bila her kes heqê xwe biparêze. Îro girtîgeh heta devî tije ne. Gelek kesên bêguneh îro di girtîgehan de ne. Me ji bo wan tevekan edalet xwest. Min di nobetê de ji bo tevan dua kirin. Dixwazim tevek jî di demekî nêz de bên berdan. Zilmeke mezin li me hate kirin û ev zilm hêj didome.”    'ÊDÎ EM Ê ŞÎNA XWE BIGIRIN’   Dayik Şenyaşar da zanîn ku piştî berdana kurê wê Fadil Şenyaşar ew ê di roja pêncşemê de şîna xwe danin û wiha got: “Piştî komkujiyê tu kesekê me nema. 3 kes mirin, kesek hate girtin û du kurên min li nexweşxaneyê bûn. Lewma me nekarî şîna xwe daynin. Zarokên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Em heqê xwe li kesên ev bi serê me anîn helal nekin û dê nekin. Êdî em ê şîna xwe deynin. Em li bendê ne her kes bê şîna me. Em ê tiştên me jiyayîn tu caran ji bîr nekin.”    'TÊKOŞÎNA ME BI SAYA XWEDÎDERKETINÊ MEZIN BÛ’    Ferît Şenyaşar ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbû û piştre ji DEM Partiyê weke parlamenter hate hilbijartin, bal kişand ser pêvajoya darazê ya piştî komkujiyê û wiha got: “Du salan komkujî weke ‘kiryarnediyar’ hate destgirtin. Ji ber ku me ev têkoşîn da destpêkirin, 4 sal û 4 meh piştre doz hate vekirin. Ji ewil dosyaya kargehê vekirin û piştre jî ya nexweşxaneyê. Lê doz kêm hate vekirin. Gelek delîlên têkildarî nexweşxaneyê hatibûn tunekirin. Doz bi van kêmasiyan dest pê kir. Daxwaza me ev doz û berdana kekê min bû. Bi berdana birayê min re ev daxwaza me hate bicihanîn. Ji bo birayê min heta 150 salan cezayê hefsê dihat xwestin. Têkoşîna dayika min bi saya xwedîderketina gelê kurd ê birûmet û rêxistinên hiqûqê mezin bû û bi xwe re encam anî.”    'DEMA HÛN MAFDAR BIN GEL PIŞTGIRIYÊ DIDE’    Şenyaşar, anî ziman ku heke xwedîderketina li têkoşîna edaletê nebûya dê birayê wî nehata berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di têkoşîna me de keda gelek mirovan heye. Vê piştgiriyê cisaret da me. Dozeke me ya rewa hebû. Piştevaniyê hêz û moral da me. Me bi saya hêza piştgiriyê sebir kir. Dayika min weke dayikeke xaka Kurdistanê û jinekê di dîrokê de cih girt. Got; ‘Bi têkoşînê hûn dikarin encamekî bi dest bixin.’ Dema me dest bi vê têkoşînê kirî, hinek rayedarên dewletê û derdoran hewl dan me qaneh bikink ku dev jê berdin. Ji me re gotin; ‘Hûn nikarin encamekî bi dest bixin, dê kesek we nebîne.’ Lê me guh neda an û di doza xwe ya mafdar de me israr kir. Me nîşan da ku heke hûn mafdar bin û biisrar têbikoşin, hûn dikarin encamekî bi dest bixin. Dema hûn mafdar bin, gel jî piştgiriya pêwîst dide we. Heke dayika min ev têkoşîn nedabûya destpêkirin dê birayên min heta dawiya emrê xwe girtî mabûya. Dê kesên komkujî kirin jî mîna qehremanan di nava civakê de bigeriyan.”    'DAYIKA MIN MÎNAKEKE’   Şenyaşar, bi bîr xist ku Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz ên di komkujiyê de cih girtin jî hatine berdan û axaftina xwe wiha qedand: “Dema mirovek di wijdana civakê de hate mehkûmkirin, dadgeh wan bedin jî ew nikarin ji mehkûmbûnê xelas bibin. Ev kes jî di wijdana civakê de hatin mehkûmkirin. Her çend dadgehan ew berdabin jî, di wijdana gel de ew sûcdar in. Danişîna din dê di 21’ê sibata 2025’an de bê lidarxistin. Nobeta Edaletê ya dayika min bi dawî bû lê dê têkoşîna me bidome. Em ê pêvajoya darizandinê bişopînin. Armanca min a bûyîna parlamenteriyê ew bû ku li dijî bêedaletiyê têbikoşim. Vê têkoşînê ez birim Meclisê. Ji vir û şûnde jî ev yek dê bidome. Doza me dozeke civakî ye ne tenê ya me ye. Me bi saya têkoşîna xwe hiqûqa serdestan têk bir. Em ê ji vir û şûnde ji bo her kesên rastî neheqiyê hatin têbikoşin. Deriyê min li Meclisê ji her kesî re vekiriye. Ez çawa xwedî li têkoşîna dayika xwe derketibim, dê xwedî li têkoşîna her kesî derkevim. Ez ji bo vê amade me. Dema hûn rastî neheqiyê tên bêdeng nemînin, bi israr têbikoşin. Dayika min mînakek e.”    MA / Emrûllah Acar