Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin 2024-10-20 10:57:49   ÊLIH - Nivîskar Mizgîn Ronak û Necmettîn Tural ku piştî 30 salên girtîgehê hatibûn bedan, diyar kirin ku ew ê ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî bêhtir biafirînin û wiha gotin: “Ziman, rêxistinbûn e, nasname ye, hebûn e, jiyan e.”    Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) li bajar Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li dar xist. Nivîskarên kurd ên 30 salan di girtîgehê de man û piştre hatine berdan jî beşdarî pêşangehê bûn.    Nivîskar Mizgîn Ronak ku di 10’ê tebaxa 2022’yan de hate berdan û di dema girtîgehê de pirtûkên "Dilavî", "Em Bûn Baran", "Gorçiya Ne Em", "Nobedarê Gulên Kobanê", "Rojhat" û "Sêv jî Me Dikujin" nivîsandî, anî ziman ku eleqeyeke baş ji bo pêşangehê heye. Ronak, destnîşan kir ku du roj berê hatiye bajêr û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku bêhan kurdî ji bajar tê. Êlih, bajarekî kurdan e û ev yek nîşan da. Ya herî xweşik jî ew e ku ciwanên tev li pêşangehê bûn jê memnûn in. Ev yek ji bo me jî bû moral û motîvasyon. Hebûna pêşangehên wiha baş e. Divê berdewamiya wan bê. Ji bo berhem bigihijin ber destê gel, gavên girîng in.” Ronak, bal kişand ser eleqeya ji bo pirtûkên kurdî û wiha pê de çû: “Nêrîna ‘kurdî nayê xwendin’ li vir têk çû. Yên hatin dibêjin ‘ez bi xwendinê dikarin hîn bibim’ û pirtûkê distînin. Li vir gelek weşanxane hene û her tiştê ku xwîner dixwazin li vir heye.”    ‘EM Ê HÊJ BÊHTIR BIAFIRÎNIN’   Ronak, got ku di pêşxistina kurdî de çand û huner xwedî cihekî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min li girtîgehê 7 pirtûk nivîsand. Pir girîng e ku ev pirtûk bigihijin ber destê gel. Daxwaza pirtûkên nû çêdibe. Em hewl didin jê re bibin bersiv. Dema em li girtîgehê wêneyên pêşangehan ji me re dihatin. Hatina vir mîna xayelekê bû. Weke hûn jî dizanin, heta xeyal pêk neyê mirov nizane ka tiştekî çawa ye. Par ez li Amedê tev li bûm. Îsal jî li vir im. Piraniya hevalên 30 sal girtî mayin bi xwîneran re hatin gel hev. Em tevek jî pir keyfxweş in. Ji bo pêşxistina wêjeya kurd em ê keda xwe bidomînin. Em dixwazin pêşketina ziman, çand û hunera kurdî, nivîskarên bi kurdî dinivîsin bên astekî wisa ku xîtabî cîhanê bikin. Ji bo vê jî em ê pir bixebitin. Em ê biafirînin.”    'DIVÊ EM TÊKOŞÎNEKE WÊJEYÎ BIMEŞÎNIN’   Nivîskar Necmettîn Tural ku di 1973’yan de li Êlihê ji dayik bû û 30 salan girtî ma, di girtîgehê de pirtûkên "Wê Şevê", "Kolanên Birîndar" û "Malzaroka Jîndar" nivîsand. Tural, got ku cara ewil e beşdarî pêşangehekê dibe. Tural, wiha got: “Di şert û mercên girtîgehê de nivîsandina pirtûkan zehmet e. Lê belê tu şert û mercan nekarîn li pêşiya hilberandina berhemên kurdî bibin astengî. Di nava şertên zehmet de me karî 3 pirtûkan binivîsin. Ji bo pêşxistina ziman girîng e ku em berhemên bi kurdî hilberînin. Ziman, sedema hebûna gelekî ye. Heke ziman nebe, nasname jî tune ye. Wê demê dê guman ji hebûna te hebin. Lewma girîng e ku mirov xwedî li ziman derkeve. Ziman, rêxistinbûn e, nasname ye, hebûn û jiyan e.”    ‘DIVÊ EM JIYANÊ VEGUHERÎNIN KURDÎ’   Tural, anî ziman ku divê çand û hunera kurdî hilberîneke di nav xwe de yekgirtî bike û wiha got: “Divê li her parçeyekê yekitî hebe û ji bo pêşxistina ziman em têbikoşin. Li kîjan parçeyê bi kîjan zaravayê were axaftnii, divê em ji bo pêşxistinê bi hev re têbikoşin. Divê em têkoşîneke wêjeyî bimeşînin. Divê em xwe bigihînin vî ruhî û di berhemên xwe de cih bidin. Her zarave, devok divê were pêşxistin û ji bo vê pêşî lê were vekirin.”   Tural, destnîşan kir ku eleqeya ji bo pêşangehê hêz daye wan û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em ziman, çand, nasname û hunera xwe hînî zarokan bikin. Ji bo li malê, li kolan, tax û her derê girîngiya ziman derkeve holê hewceye em têbikoşin. Divê em her qada jiyanê veguherînin kurdî. Bi têkoşîneke li dora ziman teşe digire re dê berhemên wêjeyî hêj xurtir bibin.”    MA / Fethî Balaman