Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat 2024-10-20 11:05:33   NAVENDA NûÇEYAN - Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bersiva pirsa “Di koma xwe de we ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê çi kir?” da. Barzanî, got ku ne li parlamentoya herêmê ne jî bi rêya hikûmeta Iraqê û parlamentoyê ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê tu tevdîr negirtine.    Pêvajoya propagandayê ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê di 15’ê cotmehê de bi dawî bûye lê tevî jî PDK biryarên komîsyonê binpê dike û xebatên propagandayê didomîne. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî civîneke ji bo propagandaya hilbijartinê taybet hatiye lidarxistin bû. Barzanî, pirsên beşdaran bersivand. Beşdarekî helwesta PDK’ê ya têkildarî êriş û dagirkeriya dewleta tirk pirsî û got: “Di qebîneya we de ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê çi hate kirin?” Barzanî jî got ku bi awayekî qanûnî ne parlamentoya herêmê ne jî hikûmeta Iraqê û parlamentoyê ji bo pêşîlêgirtina êrişan tiştek nekirine û tu tevdîr negirtine.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk di serdema qebûneya 9’emîn a Mesrûr Barzanî de 43 baregehên leşkerî û gelek jî yên îstîxbarî ava kir. Di encama êrşan de 261 welatî hatin qetilkirin. Lê belê encamên otopsiyên welatiyan hatin guherandin û sedema mirina wan weke “qezaya trafîkê” û “mirina xwezayî” hatin nîşandan.