Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine 2024-10-20 11:55:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Di îdianameya têkildarî “Çeteya Yenîdoganê” de hat diyarkirin ku beriya venêrîna li nexweşxaneyan haya gumanbaran jê çêbûye, rêveberiya nexweşxaneyê di bûyerekê de qeydên kamerayan jêbirine û pitikek bi dermanên giran ên narkotîkê hatiye mirandin.    Îdianameya derheqê “Çeteya Yenîdoganê” de ku ji sûcê gelek pitikên nû ji dayik bûn tevî bi tendurist bûn jî girtine beşa venêrîna awarte û li cihên ji enfeksiyonê re vekirî hatine hiştin û herî kêm bûne sedema mirina 12 pitikan tên sûcdarkirin, hate amadekirin. Hûrgiliyên îdianameyê derketin holê. Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê; di îdianameyê de ji 12 pitikên heta niha jiyana xwe ji dest dayin cih dane tiştên bi serê yekî hatine. Li gorî vê; pitik Kaya ê li Nexweşxaneya Taybet a Guneyê dima, ji ber ku sê rojan mudaxile lê nehate kirin jiyana xwe ji dest da. Di şeva Kaya jiyana xwe ji dest dayî de xwediya nexweşxaneyê û yek ji gumanbarên dosyayê Ayşe Muzeyyen Yurtoglû ji rewşê haydar bû, li beşda zarokên nû ji dayik dibin tenê cîgira hemşîreyan Damla Atak ku “rayeya wê ya mudaxileya tibbî tune bû” dima.    QEYDÊN KAMERAYAN HATINE JÊBIRIN   Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku Yurtoglû guh nedaye vê rewşê, midûrê berpirsyar ê nexweşxaneyê Alî Dîrîk jî ji rewşê agahdar bû. Hat diyarkirin ku rêveberiya nexweşxaneyê ji bo nixûmandina bûyerê di heman demê de qeydên kamerayan jêbirine. Di îdianameyê de hat gotin ku beriya venêrîna nexweşxaneyê were kirin, nexweşxaneya behsa xeberê ji rewşê haydar bû ku dê dozger biçe. Li gorî vê; Yurtoglû gotiye; “Li Buyukçekmeceyê çi karê dozger li nexweşxaneya min heye? Pitik bi şev mir. 500 gram bû, jixwe dê bimira.”    BI DERMANÊN NARKOTÎKÊ PITIK MIRANDIN    Bi domdarî di îdianameyê de cih dan îfadeyên hemşîr Hasan Basrî Gok ku têkildarî mirina pitikekê de tiştên dizanî vegot. Gok, di îfadeya xwe de wiha dibêje: “Pitikek anîn nexweşxaneyê. Dema anîn rewşa wî/wê xerab nebû lê di roja duyemîn an jî sêyemîn de rewşa wî/wê xerab bû. Pirsgirêka anomoliya dil jiya. Firat Sari, got ku dê têkildarî emeliyeta dil tu tedawî ji bo pitikê neyê kirin û sewqî Nexweşxaneya International a Yekemîn ku mercên wê nebaşin kir. Lewma pitik li nexweşxaneyê nehat emeliyatkirin. Kesê li nexweşxaneyê ji pitikê berpirsyar Hakan Dogukan Taşçi bû. Heta Dogukan bi malbata pitikê/î re hevdîtin kir û xwe weke bijîşk da naskirin. Tekane dermanê diviyabû ji bo pitikê/î bihata bikaranîn dermanê dil bû. Hakan Dogukan ev derman dida. Navberekê derman êdî neda. Bi dermanê narkotîka giran pitik mirand. Piştre jî tevî mudaxileyê jî ji ber ku anomaliya pitikê/î hebû, roj bi roj bêhtir reş û şîn bû. Lê Hakan Dogukan Taşçi bi saya dermanên didayê nêzî mehek û nîvan pitik mirand.”    BERIYA VENÊRÎNÊ HAYA WAN JÊ DIBÛ   Di îdianameyê de hat gotin ku beriya venêrînên nexweşxaneyê haya gumanbaran jê dibû û li gorî xwe tevdîr digirin. Gumanbaran di îfadeyên xwe de diyar kirin ku dermanên di tedawiyên psîkolojiyê de tên bikaranîn û bandora wan a mirandinê hene jî bi rêyên “nefermî” peyda kirine û firotine. Di beşa têkildar a îdianameyê de hate destnîşankirin ku li Nexweşxaneya Guney a Taybet derman hatine dizîn û firotin.    Yek ji îfadeyên din ên di îdianameyê de cih girtî jî wiha ye: “Li gorî naverokên axaftinan ên têkildarî bûyerê; kesên bi navên Renas û Fehmî bi hev re dixebitin û pitik ji hev re dişandin. Huseyîn û Dogukan di navbera salên 2022-2023’yan de ji Nexweşxaneya Guneyê derman dizîne û firotine. Ji van dermanan nêzî 1000 TL pere qezenc kirine. Dema min ev rewş ji Dogûkan pirsî, got ku heqdestê muayeneya beşa psîkiyatriyê ya nexweşxaneyê derxistiye 1500 TL’an, bi awayekî veşarî dermanê Lyrica difiroşe û di heman demê de şexsekê ku xizmê xwediya nexweşxaneyê Muzeyyenê (Ayşe Muzeyyen Yuroglû) ye yê li dermanxaneyê dixebite jî bi heman awayî dermanan difiroşe.”    DERMANÊN BI RAÇÊTEYA SOR FIROTIN   Di îfadeyeke din de jî hate gotin ku dermaneke psîkolojîk ê bandora hişbirê dike hatiye bikaranîn. Di îfadeya behsa xeberê de wiha tê gotin: “Li Nexweşxaneya Reyapê bi fermana Firat Sari re, axaftinên di navbera Sumeyye Nûr Aslan û zilamekî li karûbarên agahdarkirinê yê nexweşxaneyê dixebite de ne. Têgeha Aldolan a di nava axaftinan de derbas dibe, Hakan Dogukan Taçci dermanê Aldolan bi kar di anî ku bandora madeya hişbirê dikir. Bawerim ev derman bi reçeteya sor tê firotin. Her tim ev derman bi kar di anî. Ev derman jî ji hêla hevalên wî Osman û Yalçin ve dihatin temînkirin. Osmanê ku digot li Stenbolê rûdine jî bi rêya kuryeyê ev derman peyda dikir û difirot.”