Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû 2024-10-20 12:29:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 86’emîn a Kovara Jinê bi manşeta "Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in" derket. Hejmara 86'emîn a Kovara Jinê ku her hefte bi awayekê dijîtal tê weşandin, bi manşeta "Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in" derket. Di hejmara nû de kovarê bal kişand ser cînayetên jinan ên di demên dawî de.    Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:    * Jinkujî, bêcezakirin û zayîna asayî / Oya Açan    * Hiqûq ji bo tundiyê wekî 'pêçek' tê bikaranîn / Eren Keskîn    * Jinên xurt: Berxwedana ku tundiyê çarenûs nabîne / Fatoş Stêrk    * Tundiya sîstematîk: Jinkujî û rola dewletê / Dîlek Başalan   * Nihêrtina bi Jineolojiyê nêrîna li Jineolojiyê: Çavdêriyên komxebata Wanê / Rûşen Seydaoglû    * Piştî atolyeya Jineolojiyê: Têbiniyên li ser têkoşîna hevpar / Semîha Arî