DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin 2024-10-20 12:36:29   STENBOL - Endama MYK’a DBP’ê Ayşe Çelîk Bîlek diyar kir ku dê di serdema nû de zêdetir li ser xwebirêxistinkirinê bisekinin û wiha got: “Em ê xwe bajar bi bajar, tax bi tax birêxistin bikin.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî rêxistinbûna serdema nû li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bagcilar a Stenbolê komxebat li dar xist. Li eywana komxebatê pankarta “Rêya aştiya birûmet ji roja me re derbas dibe” hate daliqandin. Tevlibûneke xurt hebû. Hevberdevkê DBP’ê yê Marmarayê Mevlût Aytaç û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DBP’ê Ayşe Çelîk Bîlek weke axêver tev li bûn.    Bîlek di komxebatê de axivî û rewşa siyasî ya heyî nirxand. Bîlek, anî ziman ku weke partî bi giştî di mijara rêxistinbûnê de pirsgirêkan dijîn û bandora polîtîkayên şerê taybet di vê mijarê de bandora xwe heye. Bîlek, destnîşan kir ku dê di serdema nû de girîngiyê bidin xwebirêxistinkirinê û wiha got: “Em ê xwe bajar bi bajar, tax bi tax birêxistin bikin.”    Komxebat piştî axaftina Bîlek ji çapemeniyê re girtî domiya.