Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin 2024-10-20 12:50:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar û rêveberan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê diyar kirin ku pêdivî bi guherînê heye û banga çûna ser sindoqan li gel kirin.    Hilbijartinên serdema şeşemîn ên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Tê payin ku li bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyeyê zêdetirî 3 milyon kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Rayedar û siyasetmedarên li herêmê banga çûna ser sindoqan li gel kirin.    Serokê YNK’ê Bafel Talabanî li Dibistana Rewşanê ya li Silêmaniyeyê dengê xwe da û piştre bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.    BANG LI HILBIJÊRAN KIRIN   Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir piştî dengê xwe dayî daxuyanî da û xwest ku welatî tavilê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ebûbekir, wiha got: “Dê Komîsyona Hilbijartinê bi tu awayî dema dengdayînê dirêj neke. Dengdayîn dê saet di 18.00’ê de bi dawî bibe. Divê her kes dengê xwe bide.”    ‘DÊ ÎKTÎDAR BI DENGÊ GEL BIGUHERE’    Rêveberê Sekreteriya Mam Celal, Qubad Talabanî piştî ku li dibistana Rewşen a li Silêmaniyê deng da, ji çapemeniyê re axivî û got: “Ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim ji bo vê roja pîroz. Hêvîdarim welatî jî wek çapemeniyê bi germî nêz bibin û çarenûsa xwe diyar bikin. Herêma Kurdistanê 129 pirsgirêkên wê hene. Hêvîdarim welatî deng bibin ji bo rastkirina wan. Bê guman wê bi dengdana welatiyan hikûmranî were li ser rêya rast.”   Talebanî diyarkir ku piştî dengdan bi dawî hat û encam eşkere bûn, ew ê vê rojê wek cejin pîroz bikin.   ‘PÊDIVÎ BI GUHERÎNÊ HEYE’   Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn li Silêmaniyê dengê xwe bikaranî. Behadîn piştî karanîna dengê xwe daxuyaniyek da û wiha got: “Rojeke girîng e û mijarek çarenûsê ye, pêwîstiya gelê me, hikûmranî û desthilatê jî bi nûkirina rewşek cûda heye, ji ber ku gelek tişt hatine guhertin û gelek tişt jî pêwîstiya wan bi guherînê heye. Em li bendêne ku piştî hilbijartinan, encam bên pejirandin û ji bo pêkanîna parlamentoyê bi awayek zû gav bên avêtin û piştre jî ji bo pêkanîna hikumetê gav bê avêtin. Divê ji bo avakirina hikûmetê weke berê salek pêve neçe.”    Serokê Encûmena Bilind a Berjewendiyên Siyasî ya YNK’ê Cehfer Şêx Mistefa piştî ku li Silêmaniyê dengê xwe da, ji çapemeniyê re axivî û ev tişt anî ziman: “Wek YNK em li dijî hemû binpêkirinên ku di hilbijartinê de bên kirine. Pêwîste hilbijartinek demokratîk û azad pêk were. Em di wê baweriyê de ne wê dengên YNK’ê li gorî carên din çend qat zêdetir bike û wê tu aliyek nikaribe bêyî YNK’ê hikûmetê ava bike.”   REŞÎT DENGÊ XWE DA   Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ku li Bexdayê dengê xwe bikaranî got; “Hêvîdarim pêvajo bi serkeftî birêve biçe û birayên xwe pîroz dikim. Hêviya min ewe piştî hilbijartinê parlamento û hikumetek çalak û xizmetkar bê avakirin.”