Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2024-10-20 12:51:57   MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku zarokek a 15 salî li Kerboranê ji mala yek qat kete xwarê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Hat îdiakirin ku zaroka bi navê Aysel Koçak (15) duh bi şev ji maleke yekqat a li gundê Xelîla yê navçeya Kerboran a Mêrdînê kete xwarê û bi giranî birîndar bû. Koçak a rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê, jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Koçak piştî karûbarên otopsiyê radestî malbata wê hate kirin û li gundê Xelîlayê hate definkirin.