Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike 2024-10-20 13:09:11 ENQERE - Vê hefteyê li Meclisê dê têkildarî bûdçeya 2025’an, teskereya dirêjkirina peywira leşkerên li Lubnanê û Paketa 9’emîn a Darazê bên nîqaşkirin.    Lijneya Giştî ya Meclisê vê hefteyê dê têkildarî mijarên “Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya 2025’an”, “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guherînên di Hinek Qanûnan de” ku weke paketa darazê ya 9’emîn tê zanîn û teskereya dirêjkirina dema peywira leşkerên li Lubnanê hevdîtin bên kirin.    Di Lijneya Giştî ya Meclisê dê ji ewil “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guherînên di Hinek Qanûnan de” were nîqaşkirin. Meclis beriya bikeve betlaneyê ji hêla Komîsyona Edaletê ve hatibû erêkirin û di vê sererastkirinê de jin tên astengkirin ku nekarin paşnavên xwe bi kar bînin.    Mijara duyemîn jê dê teskereya Lubnanê be. Teskereya dawî di 6’ê cotmeha 2023’yan de hatibû qebûlkirin. Dema teskereyê di 31’ê cotmehê de diqede.    Tê payin ku hevdîtinên têkildarî bûdçeya 2025’an jî di roja sêşemê de dest pê bikin. Dê hevdîtin bi pêşkeşiyên Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz ên “Pêşniyarqanûna Rêveberiya Navendî ya Sala 2025’an” û "Pêşniyarqanûna Hesaba Teqez a Rêveberiya Navendî ya 2023’yan” dest pê bike. Piştî pêşkeşiyê jî ji bo amadekariyên endamên komîsyonê dê hefteyekê navber were dayin. Hevdîtinên têkildarî tevahiya pêşniyarên bûdçeyê dê di 30’ê cotmehê de dest pê bikin û bi bûdçeyên serokkomarî, Serokatiya TBMM’ê û Wezaretan û saziyên girêdayî wan bidome. Tê payin ku hevdîtinên têkildarî pêşniyara bûdçeyê yênl i komîsyonan heta 29’ê mijarê bidomin.