DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir 2024-10-20 13:21:20   AMED - DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Dîcle Muftuoglû û Abdurrahman Gok banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ya ku tê darizandin rojnamegerî ye. Em banga tevlibûna danişînan dikin.”    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo tevlibûna danişîna doza Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok a di 22’yê cotmehê de û ya Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ya di 24’ê cotmehê de banga tevlibûnê kir. DFG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser astengkirin, zext û dorpêça li ser rojnamegerên kurd.    KÊLIYA KUŞTINA KEMAL KURKUT KIŞAND    Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “ Li Tirkiyeyê zext û dorpêça bi darazê ya li dij rojnamegeran, bi taybet jî li dij rojnamegerên kurd bênavber didome. Rojnamegerên li kolanan ji ber şopandina nûçeyê rastî tundî û astengkirinan tên bi rêya dorpêça darêzê tê xwestin ku dengê wan ji binîve bê birin. Di nava her du hefteyên bê de danişîna du dozên rojnamegeran jî parçeyeke vê hewildanê ye.    Rojnameger Abdurahman Gok 20 sale li qadê ye. Li gelek bajaran kêlî bi kêlî nûce şopand. Di serdema êrişên DAIŞ’ê de li Şengal û Kobanê di eniya pêş de hovîtiya dihat kirin şopand û parve kir. Ev rojnamegerê ku di Newroza sala 2017’an de bi wêneyên xwe destûr neda rastiya heqîqeta kêliya qetilkirina Kemal Korkut a bi guleya polîs bê veşartin, di 22’yê cotmehê de careke din dê derkeve hemberî dadger. Rojnameger Gok li Îranê jî agahiyên çalekî û serhiladana ‘Jin jiyan azadî’yê ji bo raya giştî ragihandibûn.    Desthilatdariya faşîst rojnameger Gok ji ber wêneyên wî yên kêliya qetilkirina Kemal Korkut a bi guleya polîs kir hadef. Ji wê serdemê û şûn ve li dij wî binçavkirin, lêpirsînê û doz dest pê kirin. 5’emîn Dadgeha Giran a Amedê di 30’ê hezîrana 2022’yan de bi îdiaya ‘endamê rêxistinê’ û ‘propagandeya rêxistinê’ salek û 6 meh û 22 roj ceza lê birî. Di 25’ê nîsana 2023’yan de jî bi tawanbariyên îtirafkar Umît Akbiyik hat girtin û piştî 7 mehan bi şertê kontrola edlî hat berdan. Tê xwestin bi van tawanbarî û îdiayan xebatên pîşeyî yên rojnameger Gok bê krîmînalîzekirin.    DANIŞÎNA BIRYARÊ YA ROJNAMEGER MUFTUOGLÛ YE   Hevseroka Komaleya me Dîcle Muftuoglû jî bi tawanbariyên îtirafkarên aşkera û nepen, di 29’ê nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de, di 3’yê gulana 2023’yan di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hate girtin û birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’, ‘rêxistin ava kiriye û bi rêve biriye’ 10 mehan di girtîgehê de ma. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di danişîna 3’yemin de 15 sal ceza xwest û bi şertê kontrola edlî berda. Dadgehê, danişîna biryarê jî da 24’ê cotmehê.    BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNAN   Heke danişînên rornameger Abdurrahman Gok û Dîcle Muftuoglû bên şopandin, dê pir aşkera bê dîtin bê ka li bajarên kurdan derhiqûqtiyeke çawa tê kirin û rojnameger bi çi rengî hedef tên girtin. Tê xwestin ku Abdurrahman Gok û Dîcle Muftuoglû ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û helwesta wan a çapameniya azad bên cezakirin. Di şexsê wan de rojnamegerî û azadiya çapameniyê hedef tê girtin. Em wek Komaleya Rojnamegerên a Dîcle Firatê, şahidên rojnamegeriya her du hevpîşeyên xwe yên rojnameger in. Ji bo hevkariya li dij vê bê hiqûqiyê, di serî de em bang li hemû rêxistinên çapaminiyê û raya giştî ya demokratîk dikin da ku beşdarî danişînê bibin. Em ji darazê re jî dibêjin; dev ji van dorpêçên xwe yên li ser çapemeniyê berdin. Çapameniya Azad bi van zextên we paşve gav naavêje. Divê hûn dev ji van danişînên xwe yên derhiqûqî berdin.”