Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin 2024-10-20 13:22:23   STENBOL - Di hilbijartina Baroya Stenbolê de dengdayin didome. Parêzeran bang li hempîşeyên xwe kirin ku dengê xwe bidin.    Hilbijartina Baroya Stenbolê ku li Navenda Kongreyan a Halîçê tê lidarxistin û 11 namzet ketine pêşbirkê, di roja duyemîn de didome. Dengdayin saet di 09.00’ê de dest pê kir. 161 sindoq hatin danîn û 64 hezar û 72 parêzer dê dengê xwe bidin. Dengdayin dê saet di 17.00'ê de bi dawî bibe.    Parêzerên dengê xwe dayin bang li hempîşeyên xwe kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.