Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin 2024-10-20 15:34:06   AMED - Li Erxeniyê yekemîn “Şahiya Dîrok Çand û Gastranomiyê ya Hîlarê” hat lidarxistin. Di şahiyê de geşta Çiyayê Meqemê hat lidarxistin û berhemên herêmî hatin pêşkeşkirin.    Bi hevkariya Şaredariya Erxeniyê, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), Sanatça û Organîzasyona ÎVA’yê 1’emîn Şahiya Dîrok û Gastronomiyê ya Hîlarê hat lidarxistin. Şahî, di roja duyemîn de berdewam kir. Di çarçoveya şaniyê de li Çiyayê Meqemê hate ziyaretkirin û li Parka Stasyonê pêşkeşiya lezetên herêmî hate kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Erxeniyê Bîrsen Azak Bayrak û Şiyar Guldîken û gelek welatî tev li şahiyê bûn.    'EM Ê XWEDÎ LI DÎROKA XWE DERKEVIN’   Dogan Hatûn di ziyareta Çiyayê Meqemê de axivî û got ku ji bo xwedîderketina li hafizeya gel dest bi meşa xwe kirine. Hatûn, wiha domand: “Li Erxeniyê ev du roj in şahiyeke tije dîrok û çand tê lidarxistin. Em ê xwedî li dîroka Kurdistanê derkevin. Ev der, xaka cara ewil çandinî lê hatiye kirin e. Em ê ji vir û şûnde jî xwedî li vê hafizeyê derkevin.”    Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken jî wiha got: “Em li Çiyayê Meqamê anku li meqamê Pêxember Zulkuf in. Ev meqem, ev çiyaye 10 hezar sal in siya xwe li ser vî bajarî kêm nake. Wateya vî bajarî ya dîrokî ji bo hemû cîhanê mezin e, me li ber siya vî meqamî sozek dabû; em ê her tim xizmetê ji bo dîrok û çanda vî gelî bikin. Em li vir careke din dibêjin; dê xizmetên me bidomin.”    Piştî ziyaretê jî beşdar tev li danasîna xwarinên herêmî ya li Parka Stasyonê bûn. Beşdar li standan geriyan. Beşdaran li ber dahol û zrneyê govend gerandin.    Şahî, dê bi danasîna cilûbergên kurdî û konserê bi dawî bû.