Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin 2024-10-20 15:44:44   WAN - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl çûn serdana şîna Serhat Temîzer ê ku di roja biryara tehliyeya wî hatiye dayin de li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.   Serhat Temîzer li Girtîgha Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin, di roja biryara tehliyeya wî hatiye dayin de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Ji bo Temîzer li Mala Şînê ya Emîn Paşa ya li navçey Artemêtanê şîn hate danîn.    Rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, DBP, DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî çûn serdana şînê û ji malbata Temîzer re sersaxî xwestin.