Berpirsyarê Hilbijartinê yê YNK’ê: PDK’î zextê li gel dikin 2024-10-20 15:45:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsyarê Herêma Hilbijartinê ya Dihokê yê YNK’ê Hecî Silêvaney ku Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê dişopîne, wiha got: “PDK’î zextê li gel dikin ku dengê xwe bidin wan.”    Dengdayîna di Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê de didomin. Hat diyarkirin ku zext li hilbijêran tê kirin. Berpirsyarê Herêma Hilbijartinê yê Dihokê yê YNK’ê Hecî Silêvaney da zanîn ku hinek komên PDK’î yên li ber deriyê navendên dengdayînê kom bûn, zextê li gel dikin û wan araste dikin. Silêvaney, wiha got: “PDK’î zordestiyê li gel dikin. Ji bo dengê xwe bidin wan zextê lê dikin. Ji bilî vê pirsgirêkeke cidî tune ye.”    BANG LI GEL KIR   Silêvaney, anî ziman ku beşdariya hilbijartinê derdora ji sedî 51-52 ye û wiha got: “Em li bendê ne ku ev rêjeye di saetên pêş de zêdetir bibe. Em li bendê ne ku YNK li Dihokê 3 kursiyan bi dest bixe. Em ê ji bo kursiya 4’emîn bidin zorê. Banga me ji bo gelê me ew e ku biçin ser sindoqan û îradeya xwe nîşan bidin. Bila dengê xwe bidin kesên li gel heq û edaletê.”    Li hêla din Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê jî rêjeya tevlibûnê ya heta saet 12.00’ê eşkere kir. Komîsyonê da zanîn ku rêjeya tevlibûnê ya li Silêmaniyeyê ji sedî 29, li Hewlêrê ji sedî 34, li Dihokê ji sedî 31 û li Helebçeyê jî ji sedî 33 ye.