Li dijî Eyn Îsayê êriş hate kirin: 3 zarok hatin qetilkirin 2024-10-20 16:00:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk bi topên hewanê êrişî gundê El Fetsa yê Eyn Îsayê kirin. Di êrişê de 3 zarok hatin qetilkirin.    Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter bi topên hewanê êrişî gundê El Fetsa yê Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di êrişê de 3 zarokên 13 salî ên pezê xwe diçêrandin hatin qetilkirin.    Navên zarokên hatine qetilkirin wiha ne: “Muslit Zekî El-Xedîp (13), Resûl Munadî El Xedîp (13) û Feysel Xazî El-Xedîp (13)”