Qedexeya derketina kolanan a li Mêrdînê hate rakirin: 4 kes hatin binçavkirin 2024-10-20 16:04:04   MÊRDÎN - Qedexeya derketina kolanan a li gundên Elfan û Barmanê yên navçeya Stewrê hatin rakirin. 4 kesên hatin binçavkirin li femandariya cendirmeyan tên ragirtin.    Duh bi şev li gundên Elfan û Barmanê yên navçeya Stewrê yên Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nû ragihand ku qedexe îro saet di 14.30’ê de hatiye rakirin.    Hat zanîn ku piştî qedexeyê li qadên çiyayî yên her du gundan dengê çekan hatiye. Nehat zanîn bê ka li herêmê pevçûn derketine yan na lê li gorî agahiyan hinek şikeftên li herêmê hatine teqandin.    4 KES DI BIN ÇAVAN DE NE   Li hêla din li gundê Barmanê leşkeran bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Alî Gunay, Mehmet Huseyîn Gunay, Yûsûf Algan û Mehmet Erdem hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku her 4 binçavkirî niha li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê tên ragirtin. Hat diyarkirin ku her 4 welatî bi îdiaya “Alîkarî dane rêxistinê” tên ragirtin û li benda îfadegirtinê ne.