Jin li Mêrdînê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan 2024-10-20 17:31:23   MÊRDÎN - Jinên ku ji bo Rojîn Kabaîş a cenazeyê wê 18 rojan piştî li Wanê windabû hate dîtin meşiyan, pirsa “Çi li Rojînê hat?” pirsîn.    Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a cenazeyê wê 18 rojan piştî li Wanê windabû li peravê Gola Wanê hate dîtin, li navçeya Artûklû ya Mêrdînê meş li dar xist. Jinên ku li xaçerêya Qoserê hatin bahev bi pankarta “Cînayetên jinan polîtîk in! Çi li Rojînê hat?” meşiyan. Jinên ku wêneyên Kabaîşê hilgirtin her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Kuştina jinan polîtîk e” û “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” berz kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydenîz û Berîtan Guneş Altin jî beşdarî meşê bûn. Meş li Parka Karayollari bi dawî bû.    Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu ya piştî meşê daxuyanî da, diyar kir ku welat weke goristana jinan û zarokan tê zanîn û jin her roj ber bi jiyaneke ne ewle ve tên dehf dan.    ‘NE PIRSGIRÊKEKE CUDA PIRSGIRÊKEKE POLÎTÎK E’    Oncu, bi lêv kir ku neçar mane careke din di bin siya cînayetên jinan de vê tabloya tarî biaxivin û wiha got: “Li Tirkiyeyê û Kurdistanê her roj jineke din ji mer îhmalên dewletê, darazê, hêzên ewlehiyê û pergala mêrsalar û hevkariya wan tê qetilkirin. Tundiya li dijî jinê ne bûyereke cuda pirsgirêkeke polîtîk e. Ev pergal bi israr e ku jinan ne parêze, ji ber ku hewl tê dayîn pergala mêrsalar a li ser jiyana jinan xwe ava dike li ser piyan bê sekinandin.” Oncu, da zanîn ku sedemê tundiya li ser jinan û cînayetên jinan polîtîkayên necezakirinê ne û wiha domand: “Faîl li dadgehan bi hinceta rewşa baş daxistina cezayan tên xelatkirin, peymanên weke Peymana Stenbolê navnetewî tune tên hesibandin û mafên wan ên jiyanê tune tên hesibandin. Pêkneanîna qanûnên ku jinan diparêzin, weke faîlê her cînayeteke jinan vê pergalê nîşan dide. Cînayetên jinan û tundiya li ser jinan nikare bibe qedera jinan û wê nebe jî. Em ê li hemû qadên jiyanê ji bo hebûna xwe ya wekhev, azad û bi rûmet têbikoşin û em ê li qadan bi berdewamî bibêjin 'Gulîstan Doku li kû ye?', 'Çi li Rojîn Kabaîşê hat?”   Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin a pişt re axivî jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên necezakirinê li welat her roj jin, zarok û ciwan jiyana xwe ji dest didin û bi lêv kir ku jin bi dirûşma “Jin jiyan azadî” tarîtiyê ronî dikin û ji vê saetê şunde kes nikare vê ronahiyê vemirîne.   Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.