Li Pîranê texrîbata ji ber madenê hate lêkolînkirin 2024-10-20 17:52:32   AMED - Baroya Amedê, rêxistinên hiqûqê û ode, li Pîranê li herêma ku xebatên lêgerînên madenê lê didomin lêkolîn kirin.    Komîsyona Hawîrdor û Bajêr a Baroya Amedê, Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, Odeya Endezyarên Makîneyê, Komeleya Pirejmonê û Odeya Endezyarên Ziraetê li navçeya Pîranê li herêma ku xebatên lêgerînên madenê lê didomin lêkolîn kirin. Şandeya ku serdana gundên Pirajmo, Herido û Tunekragê yên xebatên madenê lê didomin kirin, bi gundiyan re hatin bahev. Şandeya ku li baxçeyan geriya û qadên çandiniyê yên bandoreke neyînî ji madenê girtin lêkolînkirin, bi welatiyan re li nav xwezaya gund geriyan û texrîbat qeyd kirin.    ZIRARA KU DÎNAMÎTÊN HATINE TEQANDIN DAYE   Sekreterê Komîsyona Hawîrdor û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan ê li ser navê şandeya ku di civînan de gazin guhdarkirin axivî, diyar kir ku xebat gelek nêzî qadên jîngehan e û dînamîtên tên teqandin zirar dane malan. Înan wiha berdewam kir: “Niha, li binê xaniyên me karê madenê tê kirin. Weke ku we jî diyar kirî dînamîta ku di van keşfên madenê de hatî teqandin ziyaneke mezin dide malên we, tenduristî û çandiniya we. Ji ber tundiya dînamîtên hatine teqandin, mal jî di bin rîska hilweşînê de ne.”   Înan, anî ziman ku di heman xebatên li Amed û Çewligê de jî heman pirsgirêk hatine jiyîn û wiha domand: “Em tenê li vir bi belaya madenê re mijûl nabin, li Pasûrê, li Licê û li Dara Hênê jî hene. Di serî de Pasûr di gelek xebatên me yên li gelek cihan de kirin encamên erênî wergirtin. Em bi texrîbata xwezayê re têdikoşin. Armanca me ya hatina vir, piştevaniya bi gelê ku madenê naxwaze re ye. Heke hûn xebatên madenê nexwazin em jî dê heta dawiyê piştgiriya hiqûqî bidin we.”   PÊVAJOYA HIQÛQÎ DÊ WERE ŞOPANDİN    Lijneya Rêveberiya Baroyê ya Amedê Sîdar Gumuş jî wiha got: “Em ê şopdarên pêvajoyê bin. Tenê bila gel serî li me bide û daxwazên xwe pêşkeş bike.” Endamê Komîsyona Hawîrdor û Bajarî Mûrat Sari jî  anî ziman ku heta têkoşîna gel hebe wê her tiştî bi ser bixînin û destnîşan kir ku ji bo piştgiriya hiqûqî dê seferber bibin.