Fûara Pirtûkên Kurdî bi dawî bû 2024-10-20 18:24:03   ÊLIH - Fûara Pirtûkên Kurdî ku pênc roj in li Êlihê bi beşdariyeke xurt pêk hat bi dawî bû.    Fûara Pirtûkên Kurdî ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya Çand û Lêkolînên Kurdî yên Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) hate lidarxistin bi dawî bû. Standên ku li Parka Yilmaz Guney hatin danîn tevahiya rojê hatin ziyaretkirin.    Di fûara ku gelek kes beşdar bûn de nivîskar Rojbîn Perîşan, Mizgîn Ronak, Necmettîn Tûral, Roza Metîna roja îmzeyê li dar xistin. Li fûarê xwînêran, li ser kêmasiyên kurdî û divê çi bê kirin bi nivîskaran re dan û stendina nêrînan kirin.