Li Herêma Kurdistanê dengdayîn bi dawî bû 2024-10-20 18:32:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîna ji bo hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû.   Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe saet di 07.00’an de dest pê kirin. Di saetên serê sibehê de li bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyeyê sindoq hatin danîn. Eleqeya ji bo hilbijartinê zêde bû. Hate diyarkirin ku rêjeya tevlibûnê li gorî hilbijartinên beriya niha zêdetir bû. Li herêma ku 3 milyon hilbijêr da biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin karûbarên dengdayînê bi dawî bûn.    Tê payîn ku bi girtina sindoqan dê dest bi hejmartina dengan bê kirin. Hate diyarkirin ku encamên hilbijartinê piştî 24 saetan dê ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ve ji raya giştî re bê parvekirin.