Li Baroya Stenbol guherîna piştî 22 salan: Serokê nû bû Kaboglû 2024-10-20 18:46:33 STENBOL - 53’yemîn Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê bi encam bû. Namzetê Koma Parêzerên ji bo Guherînê Îbrahîm Kaboglû bi 7 hezar û 219 dengan bi ser ket.   Hilbijartinên 53’yemîn Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê ku li Navenda Kongreyê ya Halîçê hatin kirin bi encam bûn. Namzetê Koma Parêzerên ji bo Guherînê Îbrahîm Kaboglû ku Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) piştgiriya wî dikir bi ser ket.    Piştî 22 salan Serokatiya Baroya Stenbolê hate guherîn. Serkeftina Kaboglû bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Heq hiqûq edalet” , “Em ê bi yekitiyê serbikevin” , “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Bijî berxwedana zindanan” hate pîrozkirin.      BI 7 HEZAR Û 219 DENGAN BI SER KET     Piştî bidawîbûna dengdayînê kar û barê hejmartina dengan dest pê kir. Di hilbijartina ku 11 namzet ketibûn pêşbirkê de li gorî encamên ne fermî namzetê Koma Parêzerên ji bo Guherînê Îbrahîm Kaboglû 7 hezar û 219 deng, namzetê Koma Mafên Parêzeran Hasan Kiliç 5 hezar û 497 û Seroka Baroya Stenbolê ya niha Fîlîz Saraçoglû jî 4 hezar û 76 deng wergirtin.    ‘HERKES BI SER KET’     Kaboglû yê piştî aşkerekirina encaman axivî, diyar kir ku hemû namzet bi ser ketin û wiha got: “Ji ber ku me her carê serdestiya hiqûqê destnîşan kir. Ji bo ku em hiqûqê bibandor bikin derketin rê. Sozên me di rastiyê de prensîbên bingehîn ên destûra bingehîn, hiqûqa navneteweyî, biryarên dadgehê û prensîbên giştî yên hiqûqê ne ku fermana destûra me pêk tînin. Bila gumana kesê ji vê nebe. Em bi rêbazeke hevpar û îradeyeke kolektîf tevgeriyan û diyar kirin ku em ê rêveberiyeke tevlîkar ava bikin.”   DESTNÎŞANKIRINA HIQÛQA DEWLETÊ     Kaboglû bal kişand ser dewleta hiqûqê û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de em ê prensîba dewleteke civakî ya demokratîk û laîk a li ser bingeha mafên mirovan di destûra bingehîn de hatine destnîşankirin, tu carî ji bîr nekin. Bêyî hiqûqa dewletê mafê darizandineke adil nabe.    Ji îşev û pê ve em hemû bi hev re em ê bikevin nava liv û tevgerê. Ne bi tena serê xwe em ê vê peywîrê bi 11 namzetên îro em bi hev re ketin pêşbirkê bigirin ser xwe. Em weke rêxistina pîşeyî girêdayî rêgezên serbixwetî, demokrasî û xweseriyê ne. Em di vê çarçoveyê de spasiyên xwe pêşkeşî we dikin û radigihînin ku dikevin serdemeke nû. Bi vîna gel li Stenbol û tevahiya Tirkiyeyê em dixebitin ku li gorî normên hiqûqa navneteweyî pergalekê ava bikin.”   Piştî encaman pîrozbehî bi gerandina govendê û tilîliyan berdewam kir.