Li Edeneyê malbatên Oz û Demîr li hev anîn 2024-10-20 19:22:48   EDENE - Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê malbatên Oz û Demîr ên di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) malbatên Oz û Demîr ên di navbera wan de dijminatî hebû li Taxa Daglioglû ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê li hev anîn. Parlamenterên DEM Partiyê Kamûran Tanhan û Alî Bozan û endamên partiyê, ferdên malbatên Oz û Demîr û gelek kes beşdarî merasîma lihevanînê bûn. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser girîngiya aştiyê û piştî ferdên malbata Oz û Demîr çûn destê hevdû li hev hatin.    Di aktîvîteyê de xwarîn jî hate dayîn.