Karataş ê hate berdan ji bo girtiyan banga têkoşînê kir 2024-10-20 20:19:33   EDENE - Mehmet Zekî Karataş ê Girtîgehên Ewlehiya Bilind ku bi salan lê hate ragirtin weke “goristanê” penase kir, li dijî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê kir. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan jî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û banga têkoşînê kir.    Mehmet Zekî Karataş ê di sala 2011’an de li Edeneyê Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê bû, piştî girtina 13 salan di 18’ê cotmehê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê hate berdan. Parlamenterên DEM Partiyê Kamûran Tanhan û Alî Bozan, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê, TJA, DBP, AATUHAY-DER, AYKAY-DER û gelek kesan li mala Karataş a li Taxa Onûr a navçeya Seyhanê serdana wî kirin.     ‘DIVÊ HOVÎTIYA LI GIRTÎGEHAN WERE ZANÎN’     Karataş, spasiyên xwe pêşkeşî kesên serdana wî kirin û qala rewşa Girtîgehên Ewlehiya Bilind û binpêkirinên mafan ên pê re rû bi rû man kirin. Karataş ê Girtîgehên Ewlehiya Bilind weke “gorê” penase kir, wiha got: “Em 24 saetan di hucreyekê de ne, di navbera hevalên me de têkiliyek nîne. Xistina qata destpêkê; 24 saetan li wir in. Em asîman, tavê, heyv û stêrkan nabînin. 24 saetan li biniya lambeyê ne. Em di hucreyeke ku 68 santîmetreyan fireh û 3 mîtroyan dirêj de hatin ragirtin. Di nava 24 saetan de tenê saet û nîvan em derdixistin cihê hewadariyê. Ev weke goristanê ne. Em nikarin derziyekê jî bidin hevdû. Pirtûk nayên dayîn. Me cilên xwe di wê odeya biçûk de şûştin û zuha kirin. Em di nav wê ritûbetê de nexweş bûn. Divê ev hovîtî li derve were zanîn.” Karataş herî dawî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan banga têkoşînê kir.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’     Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî anî ziman ku bi vegotinên Karataş bûn şahidê îşkence û zilma li girtîgehan. Bozan, bal kişand ser kesên di demekî nêzîk de ji bo ku pere ji nasên xwe yên di girtîgehê de razandin hatin girtin û destnîşan kir ku pergal dixwaze li her qadê gelê kurd bi tenê bihêle. Bozan bertek nîşanî bende mayîna polîsan a li ber deriyê Karataş da û wiha got: “Tu zext nikarin me têk bibin. Gelê kurd êdî zincîrên xwe yên tirsê şikandine. Dê gelê kurd xwedî li nirxên xwe derkeve. Bozan, anî ziman ku Karataş 13 salan têkoşiya û li ber xwe da û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Em dibêjin ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta hemû girtiyên siyasî azad nebin û aştiyeke birûmet neyê erdnîgariya me dê têkoşîna me berdewam bike.”