Serokên Baroyên Dîlok, Wan û Îzmîrê diyar bûn 2024-10-20 20:44:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên hilbijartinê yên baroyên ku lijneyên xwe yên giştî pêk anîn Serokê Baroya Îzmîrê bû Sefa Yilmaz, Serokê Baroya Dîlokê bû Bulent Dûran û Serokê Baroya Wanê bû Sînan Ozaraz.    Encamên Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Îzmîrê ku li Eywana Sporê ya Kulturpak a Celal Atîk a baroyê pêk hatin diyar bûn. Di hilbijartinên ku 6 hezar û 713 deng weke derbasdar hatin bikaranîn de namzetê Koma Parêzerên Hemdem Sefa Yilmaz bi 2 hezar û 517 dengan ji nû ve weke serokê baroyê hate hilbijartin. Namzeta Tevgera Parêzeran a Îzmîrê Banû Aşkin Înce 2 hezar û 27, namzetê Koma Parêzerên Komarparêz Sercan Altinordû hezar û 992 û namzetê Komar Parêzerên Têkoşer Tacettîn Çolak jî 177 deng wergirtin.    ‘PARÊZER RÊ NADIN ZIMANÊ NEFRETÊ’     Sefa Yilmaz ê piştî hilbijartinê axivî, bal kişand ser êrişa duh di Lijneya Giştî de li dijî dirûşmên kurdî pêk hat û wiha got: “Li dijî Koma Hiqûqnasên Hemdem zimanê nefretê hat bikaranîn. Lê belê rastiya ku Koma Hiqûqnasên Hemdem di hilbijartinê de bi ser ket, nîşaneya wê yekê ye ku ziman û gotinên nefretê yên xerab ji aliyê parêzerên Baroya Îzmîrê ve ti carî nehatine qebûlkirin. Axaftina her sê koman ji hev ne cuda bû. Tenê li ser Koma Hiqûqnasên Hemdem hate xwestin ku propagandayekê bikin. Lê min di hilbijartina borî de jî gotibû. Parêzerên Baroya Îzmîrê rê nadin zimanê nefretê.”   DÎLOK    Di 47’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Dîlokê de serokê baroyê yê nû bû endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Dîlokê Bulent Dûran. Dûran ê di heman demê de rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dîlokê ye 608 deng wergirtin. Hevrikê herî nêzî Dûran, Melîkşah Korkmaz jî 593 deng wergirtin. Di lijneya ku 2 hezar û 102 deng weke derbasdar hatin hesibandin de Îbrahîm Agalin 459 deng, Sevîl Koyûncû 189 deng û Kenan Polat jî 253 deng wergirtin.    WAN   Di 29’emîn Lijneya Giştî ya Baroya Wanê ya li Eywana Tahîr Elçî ya baroyê pêk hat de serokê niha Sînan Ozaraz jinûve weke serokê baroyê hate hilbijartin. Di lijneya rêveberiyê de jî sê jê parêzerên OHD’î û du parêzerên jin digirin.