Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê ya Hilarê bi konserê bi dawî bû 2024-10-20 21:50:43   AMED - Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê ya Hilarê bi konsera hunermend Tûran Şengul û danasîna cil û bergên herêmî bi dawî bû.    Li navçeya Erxenî ya Amedê 1’emîn Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê hate lidarxistin. Şahiya ku bi hevkariya Şaredariya Erxeniyê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinê (KASED) û organîzasyonên Sanatça û ÎVA’yê hate lidarxistin bi konsera hunermend Tûran Şengul û danasîna cil û bergên herêmî bi dawî bû. Hevşaredarên Erxeniyê Şiyar Guldîken û Bîrsen Azak Bayar, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerîf Arzû û gelek welatî beşdarî konserê bûn.    ‘ÇAND Û DÎROK JI BO ME JÊNEVEGER IN’    Aktîvîteya fînalê ya şahiyê bi danasîna cilên herêmî ya KASED’ê dest pê kir. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken ê pişt re mafê axaftinê wergirt, anî ziman ku du rojan bernameyeke têr û tejî çêkirin û got: “Dîrok û çand ji bo me jêveneger in, heke em xwedî lê dernekevin wateya şaredarîbûna me nîne. Em ê her tim pirsa em ji ku hatin em ê bi ku ve biçin bipirsin. Em ê bi şaredariya ku me piştî çend salan ji qeyûm wergirt re pêşeroja xwe bi hev re ronî bikin.” Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar a pişt re mafê axaftinê wergirt bi lêv kir ku weke di hilbijartinê de soz dane gel dê şaredariyê bi hev re bi rê ve bibin û ev yek destpêka xizmetên ku dikine.”   Şahî bi gerandina govendê ya li gel stranên ku hunermend Tûran Şengul û Sorjiyan gotin bi dawî bû.