Li Herêma Kurdistanê rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji bû sedî 64 2024-10-20 22:13:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate aşkerekirin ku tevlibûna hilbijartinên giştî ya serdema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê bû ji sedî 64.    Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe saet di 07.00’an de dest pê kirin û heta saet di 18.00’an de berdewam kir. Di saetên serê sibehê de li bajarên Dihok, Hewlêr, Silêmaniyeyê û Helebceyê sindoq hatin danîn.   Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê rêjeya hilbijartinên giştî ya serdema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê aşkere kir. Li çar herêman rêjeya tevlibûna hilbijartinê bû ji sedî 64. Li gorî herêman rêjeyên tevlibûnê wiha ne: “Li Silêmaniyê ji sedî 61, li Hewlêrê ji sedî 65, li Duhokê ji sedî 70 û li Helebceyê ji sedî 61.”