Omer Ocalan: Çima ji bo Îmraliyê hiqûq nayê pêkanîn? 2024-10-20 22:51:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê Rihayê Omer Ocalan ê ku bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Serokkomarê AKP’î Tayyip Erdogan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re pirsa “Çima hiqûq nayê pêkanîn?” kir.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de peyamek parve kir.   Di peyama ku Ocalan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir de ev tişt hatin gotin: “Ji bo me tenduristiya birêz Ocalan girîng e. Weke ku me gelek caran anî ziman, em dixwazin mafên xwe yên li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî, bi kar bînin. Em dixwazin weke malbat biçin Îmraliyê û mafê xwe yê hevdîtina rûtîn bi kar bînin. Serlêdanên me hene, çima hiqûq nayê pêkanîn?”   Ocalan di biniya parvekirina xwe de Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan, Serokkomarî, Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç û Wezareta Dadê etîket kir.