Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de 2 hezar û 464 kes mirin 2024-10-20 23:33:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 464’an.    Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê têkildarî kesên di êrişên artêşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gelek herêmên welat êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê didomin.     Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama êrişên Îsraîlê yên berdewam dikin de duh 16 kes mirine û 59 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara kesên piştî 8’ê cotmeha 2023’yan di êrişên li dijî Lubnanê de jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezar û 464’an û hejmara birîndaran jî derket 11 hezar û 530’an.