ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-10-21 09:00:13   * Hevberdevkê Karên Derve yê KON-MED’ê yê Almanyayê Zana Serhed anî ziman ku heta tecrîd bi dawî nebe ne pêkane pêvajoyeke aştiyê dest pê bike û wiha got: “Heke çareseriyeke jidil bê xwestin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêber Apo bê azadkirin.”   * Berdana Şakîr Akkûrt ê 30 sal in girtî ye vê carê ji ber ferzkirina “derbasbûna qawişa kesên bêalî” qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin. Dayika Akkûrt, Enîse Akkûrt, bi lêv kir ku bi şewitandina înfazê gef li kurê wê tê xwarin.     * Mehmet Ortekîn ê li gundê Verezûz ê navçeya Miksê ku zivistan 6 mehan lê dewam dike amadekariyên xwe yên zivistanê didomîne, anî ziman ku ew xwarina xwe di binê erdê de depo dikin û got: “Bêguman dema em li binê erdê depo dikin, tehma xwarinê hîn baştir dibe.”   * Parlamenterên DEM Partiyê dê têkildarî "Çeteya Yenîdoganê" û kuştina pitikan a li nexweşxaneyan li ber Wezareta Tenduristiyê daxuyanî bidin. (10.00) ZINDΠ   * Saziyên ziman û şaredariyên li Amedê  dê bi hevkarî ji bo bîranîna helbestvanê kurd Cegerxwîn li avahiya ÇandAmedê bernameyek li dar bixin. (18.00)