Berdana girtiyê 30 salan ku qebûl nekir biçe qawişa 'bêaliyan' hate astengkirin 2024-10-21 09:01:44   ÊLIH - Berdana Şakîr Akkûrt ê 30 sal in girtî ye vê carê ji ber ferzkirina “derbasbûna qawişa kesên bêalî” qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin. Dayika Akkûrt, Enîse Akkûrt, bi lêv kir ku bi şewitandina înfazê gef li kurê wê tê xwarin.     Lijneya Çavdêrî û Îdareyê cara duyemîn berdana girtî Şakîr Akkûrt (53) ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin asteng kir. Akkûrt ê di sala 1994’an de piştî binçavkirina li bajarokê Awiskê yê navçeya Qûbînê ya Êlihê hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ve cezayê muebedê lê hat birîn.    Akkûrt ê di sala 1992’yan de du caran hate binçavkirin, di pêvajoya ewil a binçavkirinê de 33 rojan, ya duyan 11 rojan û ya sêyan (di sala 1994’an) 40 rojan îşkence lê hate kirin.    GEFA ŞEWITANDINA ÎNFAZÊ    Akkûrt ku niha li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, di 24’ê Nîsanê de cezayê lê hatiye birîn temam kir. Lê bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bi hinceta ku Akkûrt “ferzkirina poşmantiyê” qebûl nekir berdana wî 6 mehan hate taloqkirin. Berdana Akkûrt ê dema wî ya taloqkirina 6 mehan bi dawî bû di 12’ê cotmehê de cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin. Hincetê biryara hate dayîn ew e ku Akkûrt “PKK’ê weke rêxistineke terorê” nabîne û ferzkirina şandina wî ya qawişên weke “bêalî” tên binavkirin qebûl nekiriye ye.    Hate zanîn ku Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya berdana Akkûrt cara duyemîn 6 mehan taloq kiriye, gefa şewitandina înfazê li Akkûrt xwariye.    ‘BÊHIQÛQIYA ZÊDETIRÎ 30 SALAN’    Dayik Enîse Akkûrt (65) bertek nîşanî pêkanîn li dijî kurê wê tên kirin dan û wiha got: “Kurê min her tim dihate binçavkirin û îşkence lê dikirin. Pişt re hate girtin, bêhiqûqiyeke zêdetirî 30 salan heye. Ez di serdanên girtîgehê ku bi temenê ciwan dest pê kir de pîr bûm. Bavê wî jiyana xwe ji dest da. Ez jî naxwazim ku bêyî ku wî hembêz bikim bimirim. Ji ber ku di lingê min de pirsgirêk heye zêdetirî 2 salan nikarim biçim serdana wî. Ez bi 4 çavan li benda berdana wî me. Kurê min di girtîgeha ku 23 salî bû ketê de veguherî kesekî pîr û nexweş. Em bi çar çavan li benda roja berdana wî bûn lê bernedan.”   ‘HEKE SERÎ BITEWÎNE EFÛ NAKIM’    Dayik Akkûrt diyar kir ku kurê wê bi salan li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dide û tu caran bi paş ve gav neavêtiye û wiha domand: “Bi rengekî bêşerm poşmaniyê li kurê min ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye ferz dikin. Ji wî xwestine ku derbasî cem bêaliyan bibe lê qebûl nekiriye. Di 12’ê cotmehê de berdana wî astengkirine. 30 sal in li ber xwe dide, li dijî wan serî natewîne. Heke serî bitewîne ez wî efû nakim. Ji xwe qebûl nake. Bersiva pêwîst daye wan. Dema duh li me geriya bêhiqûqiya lê kirine vegot. Dazanîn ku îdareya girtîgehê gefa şewitandina înfazê lê kirine. Ne tenê kurê min hemû girtiyên siyasî di bin zext û zilmê de ne. Girtiyên nexweş hene. Hemû wekî kurê min in. Hemû jî li dijî vê zilmê li ber xwe didin. Ji bo jiyaneke birûmet vê dikin.”   Dayik Akkûrt, da xuyakirin ku bêdengiya li dijî zextên li girtîgehan zextên nû bi xwe re aniye û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    MA / Fethî Balaman