‘Heke çareseriyeke jidil bê xwestin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’ 2024-10-21 09:02:04 AMED - Hevberdevkê Karên Derve yê KON-MED’ê yê Almanyayê Zana Serhed anî ziman ku heta tecrîd bi dawî nebe ne pêkane pêvajoyeke aştiyê dest pê bike û wiha got: “Heke çareseriyeke jidil bê xwestin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêber Apo bê azadkirin.” Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de di asta navnetewî de starta wê hate dayîn kete sala duyemîn. Hevberdevkê Karên Derve yê Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) yê Almanyayê Zana Serhed ê kampanyaya ku gelê kurd û dostên wan bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî dane destpêkirin û polîtîkayên tecrîdê nirxand, bi bîr xist ku tecrîd 26 sal in bênavber didome. Serhed bi lêv kir ku ev pêvajo ne bi tenê tecrîda li dijî Ocalan e û wiha got: “Armanca bingehîn a vê polîtîkayê şikandina bandora ramanên Rêber Ocalan ên li ser gelê Kurd û dostên wan e. Desthilata AKP’ê û MHP’ê naxwaze Rêber Apo bi gelê kurd û dostên wan re têkiliyê deyne. Ji ber ku fikrên birêz Ocalan wekî gefeke ku dawî li polîtîkayên şer û krîzê yên vê hikûmetê bîne tê dîtin.”   KON-MED Almanya Dış İlişkiler Eşsözcüsü Zana Serhed   ‘HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE KRÎZ NAYÊN ÇARESERKIRIN’    Serhed ê destnîşan kir ku tecrîd yekser bi polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê re têkildar e, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê bi polîtîkaya xwe ya şer hebûna xwe didomîne û wiha berdewam kir: “Tecrîd yek ji amûrên herî krîtîk ên domandina vî şerî ye. Heta ku tecrîd neyê kûrkirin nikarin vî şerî bidomînin. Çavkaniya krîzên aborî û siyasî yên îro li Tirkiyeyê rû didin, ev polîtîkayên şer in. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, krîz nayên çareserkirin. Polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê bi polîtîkaya wê ya talankirinê ya li ser civakê re bû yek. Tevî ku hemû nirxên civakê tên talankirin jî, weke parçeyek ji vê talanê polîtîkaya tecrîdê tê meşandin.”   ÇALAKIYÊN LI EWROPAYÊ BERDEWAM DIKIN    Serhed, bal kişand ser pêvajoya çalakiyên gelê kurd ê li Ewropayê dijî û dostên wan ên zêdetirî salekê berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev têkoşîn ji bo belavbûna fikrên Rêber Apo krîtîk e. Di konferans, mîtîng û çalakiyên cuda yên li Ewropayê hatin lidarxistin de felsefeya Rêber Apo û polîtîkaya tecrîdê hatin nîqaşkirin. Dostên gelê Kurd roj bi roj zêde dibin. Sîstema konfederal a demokratîk, ku Rêber Apo beriya 30 salan anî ziman, weke modela herî guncaw a çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn tê dîtin. Îro em dibînin ku ev felsefe gihîştiye girseyeke berfirehtir. Ev pêvajoya seferberiyê li Ewropayê bi gelek zimanên cuda tê meşandin. Fikrên Rêber Apo li hemû cîhanê belav dibin. Em bi zimanên ingilîzî, fransî, kurdî û tirkî çalakiyên cuda organîze dikin. Ramanên Rêber Apo weke pêşniyara çareseriyê li çar aliyê cîhanê xwedî lê tê derketin.”    Serhed, diyar kir ku gelê kurd û dostên wan wê di 1 û 16’ê mijdarê de li gelemperiya Ewropayê bi ruhekî mezin ê seferberiyê dakevin qadan û berxwedana wan a li dijî polîtîkaya tecrîdê bê mezinkirin û destnîşan kir ku çalakiyên protestoyî wê girseyî bibin. Serhed, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di van dîrokan de wê li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya birêz Ocalan mîtîngên girseyî, meş û çalakiyên cuda bên lidarxistin. Gelê kurd û dostên wan wê careke din nîşanî cîhanê bidin ku wê li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê bêdeng nemînin. Di vê pêvajoyê de bi taybetî ji bo seferberiya raya giştî ya navneteweyî em ê çalakiyên xwe zêde bikin.”   ‘MIFTEYA AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN LI ÎMRALIYÊ YE’    Konseya Ewropayê ji bo biryara “binpêkirina mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Ocalan salek wext da Tirkiyeyê. Serhed ê bertek nîşanî biryara Konseya Ewropayê da, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Biryarên bi heman rengî bi dehan salan hatin dayîn, bê encam man. Ji ber vê yekê em ê zorê bidin saziyên navnetewî ku gavên şênber biavêjin. Çalakiyên li Ewropayê tên kirin ne tenê li gorî gelê kurd di çarçoveya daxwazên hevpar ên gelên cîhanê de jî teşe digirin. Xelatgirên Nobelê yên di cîhanê de navdar ji bo azadiya Rêber Apo daxuyanî dan. Van daxuyaniyan bandoreke mezin li qada navneteweyî kir. Me bi hezaran name ji saziyên weke Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re şandin û ji wan xwestin ku li dijî tecrîdê daxuyaniyekê bidin. Gelê kurd êdî ne gelê kurd ê berê ye. Bi Rêber Apo re em ketin pêvajoyeke nû ya hişmendî û rêxistinbûna siyasî. Bêyî ku tecrîd bi dawî bibe ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke aştiyê dest pê bike. Heke çareseriyeke jidil tê xwestin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêber Apo azad bibe. Rêber Apo bi awayekî aşkere bi lêv kir ku dikare vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bike. Mifteya aştî û aramiya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.”   MA / Delal Akyuz